Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîla ‘pençe’ yê artêşa tirk dişikîne!

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku artêşa tirk danîna leşkeran a li Xakûrkê rawestandiye. Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa tirk ji ber ku derbên giran dixwe û bombebarana wan kêr nayê, nikare gavekî pêş de biçe

Hat angaştkirin ku ji ber tu pêşveçûn di operasyona bi navê “Pençe” ya TSK’ê de çênebûye, TSK’ê danîna leşkeran a Xakûrkê rawestandiye. Çavnakiyên li herêmê ragihandin ku windahiyên mezin ên leşkerî çêbûne û operasyon bê encam maye.

Hêzên artêşa tirk di 27’ê gulanê de bi armanca dagirkirina herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê bi navê ‘pençe’ êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk li herêmê bombebaraneke giran pêk anî û bi helîkıopteran leşker danî sen çend giran. Lê her tişt li gorî plana artêşa tirk neçû û leşkeran derbên giran di destê gerîla de xwarin.

Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Erdogan Altan, artêşa tirk bombebarana li dijî derdora çiyayê Şekîfê didomîne. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku li gorî çavkaniyên ji herêmê, ji ber bertekên gelê herêmê û windahiyên mezin, artêşa tirk danîna leşkeran a Xakûrkê daye rawestandin.

Tê gotin ku danîna leşkeran û bombebarana daîmî ya bi balafiran a li dijî Çiyayê Lelîkan û herêmên Ziraran, Kiwêrt, Şekîf, Gura Seva û Evdil Kovî jî bê encam maye. Artêşa tirk ku ji ber şerên dijwar di danîna leşkeran de bi ser neket, hewl da bi pêşmergeyên KDP’ê re tevbigere. Tê ragihandin ku vê helwdana artêşa tirk  jî ji ber bertek û çalakiyên mertalên zindî ya ciwan û jinên herêmê, vala derketiye.

Çavkaniyên herêmê ragihand ku artêşa tirk danîna leşkeran de bi ser neketiye û leşkerên xwe yên ku daniya hin herêman jî neçar maye ku her tim cihê wan biguherîne. Heman çavkaniyan da zanîn ku bombebarana giran a herêmê, şewitandina zeviyan û xebata hevpar a rêxistina îstixbaratê ya KDP’ê Parastin û MÎT’ê encam negirtine.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku artêşa tirk heta niha tu gir nexistine bin kontrola xwe û pêşmergeyên KDP’ê jî tenê li navçeya Sidêkanê bi cih bûne. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar