PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Geverê 8 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Geverê lidar xistin de 2 jê payebilind bi giştî 8 leşkerên tirk hatine kuştin. Di şer de jî gerîlayek şehîd bûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyanike da. HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk li dervera Çarçella ya girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê bi desteka kontrayan kemînan datînin. HPG’ê aşkera kir ku di 18’ê hezîranê hêzên wan li navbera gundên Berdereş û Sêguza ya dikeve nêzî devera Geliyê Doskî yekîneyeke ya kemînan datînin ferq kirin, xistine bin kontrola xwe. HPG’ê çalakiya gerîlayan ev agahî da: “Ev yekîneya ku demeke dirêj xistin di bin kontrola xwe de, saet 18.30’î hêzên me ji nêz ve li vê yekîneyê da. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Piştre demek kin di navbera hêzên me û vê yekîneyê de şerekî dijwar rû da. Hevrêyê me Nûman Stêrk ê bi lehengî heta dawî şer kir, şehîd bû. Kontra û leşkerên ji bo hewara leşkeran hatin jî bûn hedefa hêzên me, ji vê hêza teqwiyeyê jî 4 leşker hatin kuştin. Di vî şer û çalakiyên rû dayî de 2 jê payebilind bi giştî 8 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Nasnameya hevrêyê me Nûman Stêrk ê bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kir û şehîd bû wiha ye: Nasnav: Nûman Stêrk, Nav û Paşnav: Halef Yildiz, Cihê Jidayikbûnê: Riha, Navê Dayikê-Bav: Mukerrem – Mehmet, Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gever/18’ê hezîrana 2019.”

Heta guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kir

Li ser gerîlayê şehîd HPG’ê ev tişt parve kir: “Hevrê Nûman Stêrk li navçeya Siweregê ya Rihayê hate dinê. Hevrê Nûman di nava derdoreke welatparêz de mezin bû û ji nêz ve polîtîkayên qirkirinê yên dijmin li ser herêmê dît. Hevrê Nûman ku ti caran îşkence û zilma dijmin a li ser gelê kurd qebûl nekir, sala 2014’an bi tevlîbûna nava refên gerîla bersiva herî mezin daye dijmin. Hevrê Nûman ji dema tevlîbûna nava refên gerîla li gorî hemû şert û mercan guncaw bû, bi kedkarî û fedekariya xwe dihate naskirin. Hevrê Nûman ku di kîjan şert û mercan de be ti caran tawîz nedaye dijmin bi kesayetiya xwe girêdayî Tevgera Azadiyê bû û li Zagrosan xwedî kedeke mezin bû. Hevrê Nûman ku şêweyê modern ê gerîla girt li gelek cihan derbeyên giran li dijmin da. Herî dawî di çalakiya li dijî yekîneya dijmin a ku kemîn danîbû bi şêweyeê fedayî çû ser hêzên dijmin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Di serî de ji malbata hevrê Nûman û hemû gelê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku heta rizgarkirina gelê Kurd ku îdeala şehîdên me ne, pêkbînin têbikoşin.”

Li qilaban û şaxê operasyon

Di daxuyaniyê de HPG’ê ev tişt ragihan: “Roja 17’ê hezîranê saet 12.00’an artêşa TC’ê ya dagirker li zozamên Kanîreş yê herêma Deriyê Qaçê ya navçeya Qileban Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku heta roja 18’ê hezîranê di operasyonê de ti encam bidestnexist, êşkence, heqaret û zext li ser gelê sivîl yên li zozanan bûn, kirin. Di roja 20’ê hezîranê saet 05.00’an de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Paçan yê girêdayî navçeya Payîzava û herêma Sûlava û Aşkîta yên navçeya Şax a Wanê operasyonek da destpêkirin. Agahiyên têkildarî operasyonê ku bi qismî didome ku bi destketin wê bi raya giştî re were parvekirin.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar