Li Licê ji 10 keyayên ku qeymeqam ew ji kar standibûn 6 jê vegeriyan ser karê xwe
Li navçeya Licê ya Amedê, qeymeqam 10 keya ji peywirê girtibûn. Lê belê ji van keyayan 6 jî vegeriyan ser karê xwe.
Li Licê, qeymeqamê navçeyê 10 keyayên di hilbijartina 31’ê adarê de hatibûn hilbijartin ji peywirê girtibûn û der barê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna der barê keyayan de bi dawî bû. Dozgeriya Komarê ya Licê di lêpirsîna bi tawanbariya “pêwendiya wan bi rêxistinê re heye” de der barê 6 keyayan de biryara neşopandinê girt. Piştî vê biryarê her 6 keya vegeriyan ser karê xwe.
Keyayên vegeriyan ser karê xwe ev in: Fîkrî Ertaş, Hanîfî Gulen, Çetîn Dîrîn, Azîz Dogan, Mekîn Yalçin û Sevat Polat.
Keyayên lêpirsîna der barê wan de didome jî ev in: Keyayê Barava Bahrî Narîn, Keyayê Heşeredere Mahfuz Mayda, Keyayê Kervasê Abdulcebbar Çelîk, Keyayê Firdevsê Vayez Altintop. AMED