Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi daxwaza dewleta tirk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê sivîlan dikujin

Dewleta tirk ji bo ku di navbera pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de aloziyê derxîne, serî li rêbazên kirêt dide. Di operasyonên hêzên ewlehiyê de gelek çeteyên ku ji hêla dewleta tirk û DAIŞ’ê ve ji bo qetilkirina sivîlan û hêzên ewlehiyê hatine şandin, hatin girtin. Çete li xwe mikûr hatin û kiryarên dewleta tirk teşhîr kirin

Dewleta tirk ku nekarî bi çeteyên xwe yên weke DAIŞ û El Nusrayê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê armancên xwe pêk bîne, niha jî bi rêya şaneyên razayî dixwaze li herêmê bêaramiyê ava bike û di navbera pêkhateyan de jî aloziyê derxe. Bi taybet ji bo derxistina şerê kurd û ereban, giranî daye xebatên kontra yên bi şaneyên veşartî li herêmê bicih kirine û li gelek herêman bi şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê re tevdigere.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di rojên dawî de di operayonên li herêma Firatê de gelek kesên çekdar ên girêdayî DAIŞ û MÎT’ê girtin û dest danîn ser teqemeniyên wan. Endamên çeteyên ku hatine girtin têkildarî cînayetên kirine û planên qirêj ên DAIŞ’ê yên li herêmê li xwe mikur hatin û gotin ku serî li rêbazên îşkence, fîdye, tevgerîna bi kincên hêzên parastinê, revandina sivîlan û qetilkirina rûspiyên herêmê dane. Sîxûrên ku hatine girtin ji ANF’ê bi Ersîn Çaksû û Deza Destan re axivîn.

Kujerê du kesan hate girtin

Yek ji van sîxûran jî kujerê cînayeta karsazê bi navê Ebû Rade û dermanfiroşekî li Reqayê, Mûsa Salih Hisen El Ehmed û çeteyên pê rê di nava kesên hatine girtin de ne. Di dema lêpirsînê de El Ehmed li xwe mikur hat û got ku ferman ji Ebû Ehmed girtiye. El Ehmed diyar kir ku şaneya ku ew di nav de, li Reqayê du kes kuştin û wiha dom kir: “Ya yekemîn kuştina Ebû Rade û ya din jî kuştina dermanfiroşekî bû. Min ew kuşt. Ferman jî min ji Ebû Ehmed girt. Ez wî kesî nas nakim lê tenê dizanim ji Tedmûrê ye.”

Kêliyên kuştina sivîlan vegot

Di berdewamê de jî El Ehmed wiha got: “Ebû Ehmed, Ebû Rade dişopand û piştre fermana kuştinê da me. Ebû Sûûd ew kuşt. Beriya niha ji xwe dihate şopandin. Dema ku ji cihê kar derdiket li pêşiya deriyê malê hate kuştin. Di kuştina dermanfiroş de jî heman tişt çêbûn. Ebû Ehmed ew şopand û beriya du rojan fermana kuştinê da min. Min jî ji mal şopand û li cihekî guncav kuşt.”

Ji Ezazê şandin Reqayê

Çeteyê bi navê Ebdûllah Seyîd ku di nava koma çeteyên Lîwa Suxur El Sune ku serokomarê tirk weke ‘Kuvayi Millî ya Sûriyeyê’ dinirxîne de ye jî diyar kir ku ji bo ku li Reqayê êrîşan pêk bîne, ji Ezazê hatiye şandin. Sîxûr Seyîd di demekî kin de tevî çekên pê re ji hêla HSD’ê ve hate girtin. Çete Seyîd ev agahî dan: “Ez ji bo Ebû Yemen ê di nava koma Suxur El Sune de bû, dixebitim. Ji bo xebatên cuda ji min re got divê tu biçî Reqayê. Dema ez hatim Reqayê li min geriya û got dê çek û dengkujiyê ji min re bişîne. Ji min xwest ku li dijî noqteyên leşkerî çalakiyan pêk bînim.”

Sîxûrê MÎT’ê

Di berdewamê de jî çete Seyîd wiha got: “Çekên ji Ezazê hatin gihîştin destê min. Lê hefteyek piştre hatim girtin. Min tu çalakî pêk ne anîn. Ebû Yemen ji îstixbareta tirk re dixebite. Ev yek ne vedişart û ji min re gotibû.” REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar