Li Babê motorsîklêtekî bombebarkirî hate teqandin. Hat zanîn ku di encama teqînê de hinek kes birîndar bûne
Li bajarê Babê ku dibin dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê de ye, bi motorsîklêtekî bombebarkirî êrîş pêk hat.
Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku teqîn li ser rêya Raîyê bi motorsîklêteke bombebarkirî pêk hatiye. Çavkaniya ragihand ku di encama teqînê de hinek kes birîndar bûne. BAB