PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Li Xelfetiyê îşkenceya zayendî hate belgekirin’

Komîsyona Jinê ya Navenda ÎHD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îşkenceya zayendî ya li Xelfetiyê li TEM’a Rihayê li jinên hatine binçavkirin hatiye kirin, hatiye belgekirin. Seroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got ku dê vê raporê ji Saziyên Mafên Mirovan û Konseya Ewropayê re bişînin

Di 18’ê gulanê de li navçeya Xelfetî ya Rihayê dema ku hêzên leşkerî yên artêşa tirk derketin operasyonê, şer derket. Di şer de alîkareke komîser hate kuştin. Piştre jî hêzên dewleta tirk di nav de jin û zarok jî, 51 kes bi îşkenceyê binçav kirin. Welatî di bin çavan de rastî îşkenceyên giran hatin. Jinên ku hatibûn binçavkirin diyar kiribûn ku rastî îşkenceya zayendî hatine. Têkildarî mijarê Komîsyona Jinê ya Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî amade bû. Daxuyanî ji hêla endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin. Çevîrmen diyar kir ku Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê raporek berfireh amade kiriye û wiha domand: “Di raporê de îşkence hatiye piştrastkirin. Piştî ku me bihîst ku jinên di bin çavan de rastî îşkenceya zayendî hatine, em hatin Rihayê û me dest bi lêkolînan kir.”

‘Ceryan dan organên min ên zayendî’

Çevîrmen diyar kir ku jina bi navê G.A. wiha gotiye; ‘Di roja bûyerê de bi ser mala me de girtin. Destên me girê dan û li me dan. Gefa tecawizkirinê li min kirin. Em 11 rojan li TEM’ê man. Çavên min girtin. Kîs xistin serê min. Destên min ji piştve kelepçe kirin. Îşkence li min kirin. Ji bin pîjamayê min kablo derbas kirin û ceryan dan organên min ên zayendî û pêsîrên min. Piştî ku ez ji ser hişê xwe çûm şûnde vê carê ceryan dan pêyên min. Çêr li min kirin.’

‘Gefa tecawizkirinê li min xwarin’

Di berdewamê de jî Çevîrmen qala hevdîtina bi T.A.’yê re kir. T.A. jî ev tişt anî ziman; ‘Ez 39 salî me û 4 zarokên min hene. Dema bûyerê em ne li Xelfetiyê bûn. Em li Rihayê li mala dişa min bûn. Gelek polîsan bi ser malê de girt. Serê hevjînê min li diwar dan û piştre jî çek xistin serê keça min a 16 salî. Gef li me xwarin. Ez birim TEM’ê. Polîsa ku navê wê Guler bû, ez ji nezaratxaneyê birim odeya ku du polîs lê bûn. Polîsan ji min re gotin; ‘Teqez dostikekê te heye. 4 zarokên te hene, bila yê 5’an jî ji min be. Tu dibêje çi?’”

Li cem bijîşk kurê wê îşkence kirin

Çevîrmen piştre jî cih gotinên G.A.’yê. G.A.’yê ev agahî dan; ‘Em birin cem bijîşk. Bijîşk dema zarokê min pansuman dikir polîsan li zarokê min dixist.”

Çevîrmen da zanîn ku îşkenceya zayendî ya li Xelfetiyê hatiye belgekirin. Piştî daxuyaniyê, Eren Keskîn jî axivî û da zanîn ku dê belgeyan bişînin Saziyên Mafên Mirovan û Konseya Ewropayê. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar