Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Hawirdorparêzan kana komirê dagir kirin

Bi hezaran hawirdorparêz li herêma Ruhr a Almanyayê li hev civiyan û piştî meşeke dirêj xwe gihandin nava kaneke madenê û kana komirê dagir kirin

Çalakiya protestoyî ya li Almanyayê bi rojane didome. Hawirdorparêzên Ende Gelaende (Rawestgeha dawî) ketin nava navenda madenê ya Garzweillerê.

Hate ragihandin ku armanc ji vê çalakiyê rawestandina karê kana madenê ye ku ji aliyê şîrketa mezin a enerjiyê ya alman NRW ve tê bikaranîn. Aktîvîstên Ende Gelaende berî rojekê jî yek ji santralên herî mezin ên komirê yên alman fabrîqeya Neurath dagir kiribûn û karê wê rawestandibûn. Nêzî pênc sed çalakgeran ji bo trenên sotemeniyê ji kana komirê re dibin rawestînin, kulûbeyên biçûk li ser xeta trenê bi cih kirin.

Her wiha li gundê Keyenbergê ku ji ber projeya mezinkirina kana madenê ya Garzweiller gefa hilweşînê lê tê xwarin, tevgera “Friday for Future” nêzî heyşt hezar xwendekar li hev kom kir. Berdevka Ende Gelaende Kathrin Henneberger daxuyaniyek da û diyar kir ku çalakiya wan ‘sedemek ji bo hêvîkirinê ye’ û got, “Tevî neserketina mezin a siyasetmedaran a li pêşberî krîza avhewayê, bi hezaran hez ji bo edaleta avhewayê bi rengekî vekirî sînyalê dişînin. Dixwazî çalakiyek be, dixwazî greveke dibistanê ya jî blokaj be, ev tevger bi biryar e ku dawî li serdema sotemeniya fosîl bîne.”

Bi banga tevgera “Friday for Future” Înê derdora çil hezar kes ji şanzdeh welatan, li bajarê Aachen ê Almanyayê ji bo bidawîbûna bikaranîna komirê û wergirtina tedbîrên şênber ên der barê avhewayê li hev civiyabûn û meşek pêk anîbûn. AACHEN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar