Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Trump dîsa gef li Îranê xwar

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku li dijî Îranê wê duşemê pêkanînên ‘mezin’ ên nû bixe meriyetê

Aloziya navbera DYA û Îranê roj bi roj giran dibe. DYA destpêkê gulana 2018’an xwe ji peymana nukleerî vekişand, piştre jî li ferzkirina pêkanîna vegeriya. Pêkanînên herî dawî li dijî sektorên banka û petrolê hatibûn ferzkirin. Piştî ku li Kendavê êrîş li dijî keştiyan hate kirin û firokeyeke bê mirovan a Amerîkayê li nêzî Kendava Hurmuzê hate xistin, alozî gihîşte asteke nû.

Trump anî ziman ku eger Îran dest ji bernameya nukleerî berde wê jê re bibe ‘dostê herî baş’ û bi rêya twitterê daxuyaniyeke nû weşand û got, “Duşemê em ê li dijî Îranê pêkanînên nû yên mezin bixin meriyetê.”

Trump beriya niha li bexçeyê Qesra Spî daxuyaniyek dabû rojnamevanan û gotibû, “Em ê destûrê nedin ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî. Dema ku wan ev qebûl kirin wê hingî bibin welatekî dewlemend, wê gelekî kêfxweş bibin û ez ê jî bibim dostê wan ê herî baş. Hêvî dikim ku ev yek wê pêk were.”

Serokê DYA’yê got, “Lê belê eger rêveberên Îranî helwesteke nebaş nîşan bidin, wê rojeke gelekî nebaş bibînin.” Trump diyar kir ku ew hêvî dike ku Îranî wê bi ‘mantiq’ tevbigerin û got, “Eger em karibin avakirina aboriya Îranê bixin ser rê wê baş bibe.” Trump anî ziman ku li gel vê bendewariyê wê pêkanînên aboriyê yên li dijî Îranê bidomînin.

Washington û Tehran gefê li hev bixwin jî dibêjin ku ew naxwazin şer bikin. Trump înê raihandibû ku di deqeyên dawî de ew ji êrîşeke leşkerî ya dijî Îranê vegeriyan e. Ev daxuyaniya Trump piştî xistina firokeya bê mirov a amerîkî ji aliyê Îranê ve, hate aşkerakirin. WASHINGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar