Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Mîhrîcana Jinan a Rojbîn li Parîsê pêk tê

Ji aliyê TJK-F’yê ve îro li paytexta Fransa Parîsê dê Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) pêk were. Jinan banga tevlibûnê li her kesî kirin

Li paytexta Fransa Parîsê wê îro Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) pêk were. Mîhrîcan wê li Parc Interdepartmental Sports Paris Val de Marne ya li Creteil Pompadourê pêk were. Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) mîhrîcanê pêk tîne û dirûşma wê ya îsal jî bi vî rengî ye; “Berxwedana Jinê rê li ber azadiyê vedike”. Gelek rêxistinên jinan û femînîst ên Fransayê jî mohra xwe danîn binê bangawaziyê û tevlî karên amadekariyê bûn.

Aktîvîsta TJK-F’ê Dîlan Amed li qada Mîhrîcanê ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Amadekariyên Mîhrîcana Rojbîn demeke dirêj bû dihate kirin. Îro me amadekarî bi dawî kir. Em bang li gelê kurd ên li Fransayê dikin ku tevlî mîhrîcanê bibe. Em bi berxwedana Zîlan û Semayan gihîştin vê astê. Em bang li jinên xwe dikin ku li dora vê berxwedanê li hev kom bibin û tevlî mîhrîcanê bibin.”

Ji Berdevkên Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) Sevgî Yavaş jî bang li jinên kurd kir ku tevlî mîhrîcanê bibin.

Mîhrîcan dê îro saet 12’an dest pê bike û Pinar Aydinlar, Denîz Deman, Meral Alkan, Xecê Yaşar, Rûken Newa û Dîlana Rojarya derkevin ser dikê. Her wiha ji bo zarokan jî parkeke lîstinê hate amadekirin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar