Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zîrek ê muzîka kurdî

Di civaka kurd de hunermend Hesen Zîrek yek ji ew hunermendan e ku bi berhemên xwe heta roja îro di hişt û dilê civaka xwe de jiyaye. Zîrek di nêzî hezar û 500 berhemî li dû xwe dihêle û yek ji van a herî navdar jî “Ey niştiman e”

Di herikîna dîrokê ya mirovahiyê de tenê çand û berhemên çandî ji bo civakan dimîne. Ji van berheman hin jî yên ji aliyê hunermendan ve li ser êş, şahî û serpêhatiyên civakên xwe nivîsandin e. Hunermend bi gotin û muzîka xwe wekî wêneyekî kêliyên civakî yên jiyanî qey dikin û mayînde dikin.  Di civaka kurd de hunermend Hesen Zîrek jî yek ji ew hunermendan e ku bi berhemên xwe heta roja îro di hişt û dilê civaka xwe de jiyaye. Bi sedan berhemên hunermend Zîrek niha ji aliyê bi dehan hunermendî ve tê strîn.

Hunermendê kurd Hesen Zîrek, di sala 1921’an de li gundê Hermêlê yê Bokan a rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe.  Zîrek di temenê xwe yê bi çûk de bavê xwe winda dike û ji ber zewaca dayika xwe ji gund û warê xwe qut dibe. Zîrek di heman demê de jiyaneke gelekî bi jan dikişîn e. Di gelek karî de dixebite, hema bêje karekî ku neke namîn e. Zîrek di ciwantiya xwe de dest bi kar û xebatan dike ji karkerî û şivantiyê bigire di gelek karî de dixebite. Dema li meyxaneyeke Bexdayê dixebite li ser ferqkirina dengê wî, têkiliya wî ya bi muzîkê re dest pê dike.

Di salên li Bexdayê dixebite de dest bi muzîkê dike û Zîrek bi qasî 5 salan di radyoya Bexdayê de hunermendiyê dike lê ji ber ew hezkirina axa ku lê ji dayik dibe careke din berê xwe dide bajarê Bokanê. Lê belê di ew salên ku çand û muzîka kurdî li Rojhilatê Kurdistanê belav dibe û deng dide berê xwe dide bajarê Mehabadê û li Radyoya Mehabadê dest bi xebatan dike.  Piştre jî bi qasî 8 salan li Radyoya Tehranê dixebite û lê belê bandorek mezin a Radyoya Mehabadê di pêşketina kariyera Zîrek de heye.

Zîrek heta ku di sala 1972’yan de jiyana xwe ji dest bide li dora hezar û 500 stran û gotinê stranê li dû xwe dihêl e. Di nav stranên Hesen Zîrek de ya herî bi wate û navdar “Ey Niştiman”e. Zîrek vê stranê di sala 1946’an de li ser Komara Kurd a Mehabadê dinivîse û wekî sirûdeke kurdî tê pejirandin.  Lewre dema ku Zîrek diçe Mehabadê pêvajoyeke Şerê Cîhanê yê Duyemîn heye û Îngilistan û Yekitiya Sovyetan li Îranê dixe. Di wê naverê de jî Komara Kurd a Mehabadê bi pêşengiya Qazî Mihemmed ve tê avakirin. Lê piştî 11 mehan komar tê hilweşandin, Qazî Mihemmed û hevalên xwe li Qada Çarçira tên darvekirin. Hunermend Hesen Zîrek ku ji vê rewşê gelekî bi bandor dibe gelek berhemên giranbuha diafirîn e û “Ey Niştiman” jî yek ji van e.

“Ey netewekanî delal

Ey Kurdekan ey baskeşêr

Ey niştiman, niştimanî ciwan

Xakî Aryan wetanî Kurdan

***

Ey rozî Kurdî kaşan

Bo Kawekan li her deran

Ey rozî Kurdî ber efşan

Bo Kawekan li her teraf

***

Bo te dikoşim bi dil û bi can

Bo serkewtinî xakî niştiman

***

Ey keynekan ey lawekan

Tê dikoşim cergê qawmekan

Ey niştiman, niştimanî ciwan

Xakî Aryan wetanî Kurdan

***

Bo te dikoşim bi serkewtinî

Pêşmerge hebû lawî qehraman”

Lê belê ev stran û sirûda kurdî ya Hesen Zîrek di sala 1974’an de ji aliyê Esîn Engîn ku ji malbateke Kirim Tatar e wekî; “Ankaranin taşina bak” gotinên wê diguherîne. Engîn wekî straneke evînî dibêje lê belê piştre hunermendên wekî Rûhî Sû, Zulfî Lîvanelî jî di nav de gelek kesan ev stran ji ber muzîka wê ya sirûdî di gotinên wê de hin guherîna pêk tînin û bi vê yekê balê dikişîne ser salên 1920’an ên Tirkiyeyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar