Dewleta tirk li navçeya Heskîfê şikefta xwedî dîrokekî 10 hezar salî, bi betonê girt. Ji şêniyên herêmê Şêhmus Turgay ku di heman demê de ji turîstan re rêberiyê dike anî ziman ku şikefta ku bi betonê tên dagirtin, xwedî çîrokekî bi hezaran salen e lê ji bo bendavekî ku temenê wê 50 sale tê tunekirin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Ji ber bendavê dê navçeya Heskîfê ku xwedî dîrokekî 12 hezar saliye, di bin avê de bê hiştin. Hilweşandina li Heskîfê vê hefteyê jî dewam kir.
Li navçeyê li aliyekî hilweşandin didome û li aliyê din jî di bin navê ‘restorasyonê’ de karê veşartina Keleha Heskîfê ya bi betonê jî didome. Tê dîtin ku bi dehan şikeftên dîrokî bi betonê hatine dagirtin û veşartin. Şikefta dîrokî ya ku qala dîroka wê ya 10 hezar salî tê kirin bi kepçeyan hatin hilweşandin û di bin betonê de hiştin.
Gelek berhem hatin veguhestin
Ji roja hilweşandinê heta niha, Turbeya Zeynelbeg, Turbeya Îmam Abdullah, Mînareya Mizgefta El Rizik, Mizgeft û Mîneraya Selahattîn Eyûbî, Hemama Artuklu û Deriyê Roma yên Dîrokî ji şûna wan hatin rakirin û birin li cihê Heskîfa Nû bicih kirin. Dema ev berhemên dîrokî hatin veguhestin nayê zanîn bê ka çiqas zirar dîtine. Li gel van veguhestinan, Keleha Heskîfê ya dîrokî jî bi betonê tê dorpêçkirin.
Ji ber betonkirina şikeftan xemgînin
Li Heskîfê heta îro zêdetirî sed şikeft di bin navê ‘restorasyonê’ de bêyî bêlêkolînkirin bi makîneyên kar hilweşandin û xistin bin betonê. Li gel hilweşandin û veguhestina berhemên dîrokî jî rêberên Heskîfê di her firsendê de qala dîroka Heskîfê ji turîstan re dikin. Ji rêberan Şêhmûs Turgay anî ziman ku ji ber şikeftên dîrokî xistine bin betonê, ew gelek xemgîn in û wiha got: “Ev şikefte xwedî çîrokên bi hezaran salane. Lê ev şikefta dîrokî kirin qurbana bendava ku temenê wê 50 salî ye. Êdî em jî nizanin em ê çi bikin. Me ji axa me derdixin. Ev yek kesî bextewar nake.”
Turgay da zanîn ku ew ji biçûktiya xwe ve navçeya Heskîfê û berhemên wê dîrokî bi turîstan dide nasîn û heta temenê wî têr bike dê li gel hilweşandina Heskîfê jî qala cihên dîrokî ji xelkê re bike. ÊLIH