Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Muslim: Di komkujiya Kobanê de rola hikûmeta Tirkiyeyê heye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim diyar kir ku rola dewleta tirk, di komkujiya 25’ê hezîrana sala 2015’an a li Kobanê û gundê Berx Botanê de heye. Muslim diyar kir ku divê Tirkiye di qada navdewletî de bê darizandin. Muslim diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo hemû mirovahiyê gefin û divê hêzên navdewletî alîkariyê bidin wan

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim der barê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya ku di 25’ê hezîrana sala 2015’an de li navenda Kobanê û gundê Berx Botanê pêk anî de ji ANHA’yê bi Semêr Osman û Zana Seydî re axivî.

Enwer Muslim diyar kir ku di demekî ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê pêşde diçû, li Kobanê winda kir û wiha dom kir: “Di wê serdemê de komkujî pêk anî. Tehemûl nedikir ku tirsa wê ya li ser cîhanê belav bibe. Lewra bi vê komkujiyê xwest tola xwe hilîne. Ne tenê ji kurdan, di heman demê de ji hemû hêzên piştgiriyê didin YPG’ê xwestin tolê hilînin. Di komkujiyê de rola hikûmeta Tirkiyeyê heye. Dixwestin serkeftina DAIŞ’ê ya li Kobanê bi keyfxweşî ragihînin. Ji ber vê jî deriyên xwe ji DAIŞ’ê re vekirin ku derbasî Kobanê bibin û komkujiyê pêk bînin.”

‘Divê Tirkiye bê darizandin’

Di berdewamê de jî Muslim ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk bi destê komên tundrew, li dijî kurdan gelek komkujî pêk anîn. Gelek belge û dîmenên ku têkiliya hikûmeta Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re diyar dike, hene. Me gelek caran ji civaka navdewletî xwest ku li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin. Divê Tirkiye ji wêrankirina herêmê, kuştina bi hezaran kesan û ji desteka bi terorîzmê re bê darizandin. Divê rêxistinên hiqûqî yên navdewletî baş bizanin ku yên ku Tirkiye îro li Idlibê xwedî lê derdikeve, beşeke ji DAIŞ’ê ye. DAIŞ ne tenê ji bo kurdan, li ser temamiya gelê Sûriyeyê û heta ku gelê Tirkiyeyê talûkeyeke mezine. DAIŞ bi rehetî di nava Tirkiyeyê de digere. Divê civaka navdewletî Tirkiyeyê bidarizîne.”

Sedema pêkhatin komkujiyê

Muslim da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi komkujiya li Kobanê re gelê Kobanê bitirsînin û bajar bidestbixin. Muslim got ku ev hewldan bi saya berxwedana gel û şervanan hate têkbirin. Muslim li ser gotina ‘Gelek derdor dibêjin ku beriya komkujiyê hêzên ewlehiyê rola xwe pêk ne anî’ jî wiha got: “Di sala 2015`an de me biryarek girt û beşeke berpirsyariya komkujiyê me girt ser rêveberiya xweser. Em nikarin înkar bikin. DAIŞ di 27’ê çileya 2015’an de li Kobanê tune bû lê li hin gundên başûrê kantonê hebûna xwe di domand. Wê demê bajarokê Sirîn di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû. DAIŞ’ê li ser Minbicê rojane desteka xwe ya leşkerî ji Tirkiyeyê werdigirt. Em di rewşa şer de bûn. Gelê me yê Kobanê berdêla serkeftina dîrokî giran da. Lê em soz didin ku em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin, pergala ewlehiyê xurt bikin û pêşî li hemû komkujiyan bigirin.”

‘Dijmin ji parçebûna me sûd digire’

Enwer Muslim diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên êşan, rewşa parçebûyî ya kurdane û wiha pê de çû: “Dijmin ji nakokî û parçebûna me sûd digre. Heta niha me dikarî helwesteke yekbûyî li dijî wan komkujiyan diyar bikin. Me gelek caran banga lidarxistina kongreya neteweyî û avakirina yekitiya kurdan kir. Bi serkeftina Kobanê û qirkirina li Şengalê re hestên neteweyî yên kurdan zindî bibûn. Bi komkujiya Kobanê re kurdan fam kir ku dijminên wan ferq û cudahiyê naxin navbera wan û hemûyan hedef digirin. Ev komkujî ji bo yekitiya kurdan û biryarên hevpar peyamek bû lê pêk nehat.”

‘Em êşa gelê xwe baş hîs dikin’

Di dawiyê de jî hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim ev tişt anî ziman: “Em êşa gelê xwe baş hîs dikin. Dizanin ku gelek zarok bê dayik û bav mane û malbatên ku zarokên xwe winda kirin, hene. Ji bo parastina gelê xwe ji van komkujiyan, em soz didin wan ku dê wan û şoreşa wan biparêzin. Soz didin ku dê mil bi mil projeya neteweya demokratîk pêk bînin û Sûriyeyeke demokratîk û hevpar ava bikin.”

Komkujî çawa çêbû?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ’ê ku cilên şervanên YPG’ê li xwe kiribûn, hem ji hêla Sirînê û hem jî ji hêla Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê ve ketibûn navenda Kobanê. Çeteyan bi awayekî hovane êrîşî sivîlên li navenda Kobanê û gundê Berx Botanê kiribû. Di encama êrîşê de 242 sivîl tevî 30 şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn hatibûn qetilkirin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar