Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî bloka faşîzmê gelê kurd rolek girîng lîst

Pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe pêwîstiya wê bi analîzek xurt heye. Niha her hêzek tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digerin loma ev pêvajo her ku diçe dijwar dibe. Di nava vê dijwariyê de gelê kurd bi bandor dibe. Di vê pêvajoyê de yekitiya kurd girîng e. Lê yên wekî Nêçirvan Barzanî ji bo berjewendiyên kesayetî her tiştî bi ya Tirkiyeyê dike. Ji êrîşên li ser başûrê Kurdistanê û bêdengiya rayedarên Herêma Federal diyar dibe ku kurd ne yek in. Heger rayedarên Herêma Federal destûr neda dê Tirkiye wiha bi hêsanî nikariba êrîş bikira.

Tevî ku niha axa Başûr jî tê dagirkirin, lê dîsa jî serokê herêmê wî diparêzin û dibêjin ew hatine ku Başûr ji ‘terorîstan’ rizgar bikin. Heger kurd nebin yek dê her dem bên qirkirin û hedef bên girtin. Li Tirkiyeyê razandina herî mezin ji şer re tê kirin. Lê divê ne tenê gelê kurd gelê tirk jî li dijî vê yekê bisekine. Li dijî qirkirina dîrokî, çandî, ziman û şaristaniyê gelê kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade. Loma li dijî faşîzmê di 23’yê Hezîranê de nexşerêya Tirkiyeyê guherî. Li dijî bloka faşîzmê gelê kurd rolek girîng lîst.

Divê kurd her dem bêtir doza mafê xwe bikin. Divê sînorên tirs û bêbaweriyê bên hilweşandin. Dema wiha bibe dê kurd bi ser bikevin. Çareseriya hemû pirsgirkên li Rojhilata Navîn, dawîkirina desthilatdariyê û pêkanîna demokrasiyê bi fikrê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e. Berê jî di hevdîtina xwe ya yekemîn de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ku ez dikarim rolê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de bilêyzim, lê xuyaye ku dewleta tirk, rêjîma Sûriyeyê û Rûsyayê ne bi dilê wan e ku krîz çareser bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navên nêrîn û sekna Abdullah Ocalan û gelê kurd girîng û taybet e.

Çavkanî: JINNEWS / Sorgul Şêxo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar