Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Lojîstîkvanê DAIŞ’ê yê ji Enqereyê di destên HSD’ê de ye

Derket holê ku çeteyê DAIŞ’ê Yûnûs Emre Sakarya yê ku DYA bi bultena sor a înterpolê li wî digeriya û xistibû lîseya “Terorîstê Kurevî yê Bi Taybet Hatiye Diyarkirin” di operasyona “Bagera Cizîrê” de ji aliyê HSD’ê ve hatiye girtin. Derket holê ku Sakarya, li gel amîrê ku li Serokatiya Daîreya Tevgera Polîsan li Enqereyê bi rêya şirketekê  piştgiriya lojistîk a leşkerî ji DAIŞ’ê re dişand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyona “Bagera Cizîrê” ya li Dêra Zor ku li dijî DAIŞ’ê li dar xist de bi hezaran DAIŞ’î girtin. Di operasyona Gundê Baxozê de yek ji kesê di nava DAIŞ’ê de hat girtin, çeteyê bi navê Yûnûs Emre Sakarya ye. Derket holê ku Sakarya, DYA bi bultena sor a înterpolê li wî digeriya û di nava lîseya “Terorîstê Kurevî yê Bi Taybet Hatiye Diyarkirin” de cih digire. Hat hînbûn ku Sakarya, li gel amîrê ku li Serokatiya Daîreya Tevgera Polîsan li Enqereyê bi rêya şirketekê  piştgiriya lojistîk a leşkerî ji DAIŞ’ê re dişand. Sakarya yê 30 salî, di nava DAIŞ’ê de navê “Ebû Dûa Almanî” li xwe kir. Sakarya, bi şîrketa li Tirkiyeyê ava kir, alîkariya lojistika leşkerî ji DAIŞ’ê re kir. Sakarya, hem welatiyê Tirkiyeyê ye û hem jî welatiyê Almanyayê ye. Sakarya, bi rêya şîrketa li Enqereyê ava kir, malzemeyên şer ji DYA, Rusya, Almanya û Çinê kom dikir û ji çeteyên DAIŞ’ê re dişand.

Tevî birayê xwe tev li El Nusra dibe

Li gorî agahiyên ku şervanên HSD’ê bi ajansa MA’yê re parve kirî Yûnûs Emre Sakarya bi eslê xwe ji Enqereyê ye û malbata wî di salên 1970’î de koçî Almanyayê kiriye. Sakarya, piştî lîse xelas kir, tevî birayê xwe tev li xebatên Komeleya Milletî Îbrahim a girêdayî El Qaîde bûn. Di sala 2013’an de li gel birayê xwe Îsmail Sakarya derbasî Sûriyeyê dibe. Dema komên Selefiyan xebatên xwe li Almanya zêde kir, ji heman komeleyê tevî 30 kesan derbasî Misirê bûn û ji wir jî derbasî Libya dibe. Kom piştre ji Lîbya jî derbasî Tirkiyeyê dibin. Dema hatin Tirkiye Sakarya li gel birayê xwe ji Hatayê dîsa derbasî Sûriye bû û tev li komên El Nusra dibe. Sakarya, li vir jî perwerdehiya şer û leşkerî dibîne. Sakarya, nêzî sakelê li Sûriyeyê di nava El Nusra de perwerdeyê dibîne û di sala 2014’an de bi jinek Alman a tev li El Nusra bûye re dizewice. Sakarya, dîsa tevî birayê xwe tev li koma DAIŞ’ê dibe. Dema di navbera DAIŞ  û El Nusra de şer derket tevî malbata xwe dîsa derbasî Tirkiyeyê dibe. Zarok û hevjîna Sakarya ji Tirkiye derbasî Almanya dibe. Hikûmeta Alman derketina derve li hevjîna Sakarya qedexe dike. Sakarya jî li Enqereyê jiyana xwe berdewam dike.

Bi tevgera taybet re hevkarî kir

Sakarya, têkildarî jiyana xwe agahî dan hêzên HSD’ê û anî ziman ku ji bo hevjîna xwe bîne gelek caran ketiye nava hewldanan. Sakarya diyar kir ku demekê bi Hêzên Tevgera Taybet re ketiye nava diyalogê û wiha got: “Min li Enqere polîsek nas kir. Navê wî L. K. bû. Amîrekî li Serokatiya Daîreya Tevgera Polîsan li Enqereyê bû. Têkiliya wî û kesên ji ewlehiya Serokomar Erdogan berpirsiyar hebû. Piştre pir bi min eleqeder bû. Hemû alîkarî dan min. Ez bi gelek kesên din re dam naskirin. Malek ji min re dît. Derket holê ku ew mal lojîktîkê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan e. Wî mirovê xwediyê xanî bi min û amîrê li gel min re axivî. Got ‘Em çawa dikarin hersê kes bi hev re kar bikin. Piştî vê hevdîtinê me li Enqere şîrketek ava kir. Me li Keçîoren a Enqereyê Şîrketa Lîmîted a Îhracat û Îtalatê ya Bazirganiya Elektronîk a Profesyonel ava kir. Me bi 500 hezar TL’yî şîrket ava kir. Li ser rêya înternetê ya hesabê “www.warriorgears.com” xebatên şîrketê kir. Şîrketê malzemeyên leşkerî, durbun, kamera, kask, bot, bêtêl, dron û alavên leşkerî kirîn û firotin. Hemû scîla şîrketê ya bazirganiyê fermî bû. Wekî şîrketên din ên li Tirkiye baca xwe dide xebat dikir.”

Ji DYA Rûsya, Almanya û Çînê malzeme hatin

Sakarya da zanîn ku piştre wî û polîs L.K. ketin nava dan û stendinek mezin û wiha got: “Min bi alîkariya wî ji DYA, Rûsya, Almanya û Çînê malzeme anî. Min dema alav ji Amerîka dixwest min L.K. referans nîşan da. Piştre me têkiliyên xwe mezin kir. Têkila wî bi Sûriye re jî hebû. Me ji DYA çek, durbun, pergala komunikasyonê û drone  dixwestin. Me malzemeyên leşkerî di ser rêya Idlibê re derbasî Sûriye kirin. Me 2 salan amûrên çek û lojîstîka leşkerî derbasî Sûriyeyê kir. Hin caran cîroya şîrketê heta 10 milyon dolaran zêde bû. Gelek DAIŞ’iyên wekî me kar dikirin jî hebûn. Lê tenê min bi awayekî fermî bazirganî dikir. Mehê 100 milyon dolar cîroya DAIŞ’ê hebû. Me ji DYA alîkariya pereyan ji rêya Akbank, Garantî, Vakif û HSBC’ê pêşwazî dikir. DYA jî bi rêya bangka Bank Of America pere dişandin. Ev ragihandin tev bi belge û fermî ye. Min amûrê leşkerî hin caran bi rêya bazirganan û hin caran bi rêya birayê xwe Îsmail gihandin destê DAIŞ’ê. Birayê min agahî dan HSD’ê ku ez berpirsiyarê krîna malzemeyên teknîkî yê DAIŞ’ê me. Îsmail Sakarya ku gelek caran di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de çû û hat niha li girtîgehek Tirkiyeyê girtî ye.”

Li ser navê OSO çek şandin ji DAIŞ’ê re

Sakarya, herî dawî destnîşan kir ku çekên şandin ji DAIŞ’ê re li ser navê OSO şandin û wiha bi dawî kir: “Li vir rola L. K. pir zêde bû. “L.K., wê demê dîsa maddeya uranyum û civa sor jî peyda dikir. Ev di çekên kîmyewî û teqemeniyan de bikar dianîn. Têkiliya wî û Rûsya jî bi hevre hebûn. Ez li Dêra Zor ji aliyê HSD’ê ve dîl hatim girtin. Almanya dixwazin min teslîmî wan bikin.” DÊRA ZOR

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar