Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bûlût: Tirkiye gav bi gav Başûr bi dest dixe!

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, ji bo Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ku destekê dide operasyona Xakurkê wiha got: “Tirkiye, gav bi gav Herêma Federal a Kurdistanê bi dest dixe. Hikûmeta Başûr, bila qet nebêje ger tevgera kurd biqede ew ê li ser piya bimîne.”

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, operasyona Xakurkê û desteke Rêveberiya Herêma Federal Kurdistanê ya dide Tirkiyeyê ji ajansa MA’yê re nirxand.  Bûlût, ji bo operasyona Xakurkê ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê destekê dide Tirkiyeyê, destnîşan kir ku ev yek perçeyeke plansaziyeke pir berfireh e.

Bûlût da zanîn ku armanca Tirkiyeyê tim ew e ku xeta Mûsil, Kerkûk û Helebê kontrol bike. Bûlût wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye, di çarçoveya sînorên Mîsak-î Mîllî’yê de tim dixwaze xeta Mûsil, Kerkûk û Helebê kontrol bike. Tirkiye, li Sûriye, Îdlib, Helebê dixwaze bi rêya çeteyên destekê dide wan û OSO û Eniya Rizgariya Netewî rêveberiyên herêmî têxe bin kontrola xwe. Her wiha dixwaze Berhem Salih û Nêçirvan barzanî bitirsîne û rêveberiyên di bin nîrê Tirkiyeyê di biafirîne û nexasim jî xeta Mûsil-Kerkûk-Helebê ku Şengal, Başîka û derdorên Mûsilê jî di nav de, têxe bin banê serweriya xwe. Bi vî awayî dixwaze hikûmeta Iraqê jî mecbûrî wê be. Ev yek perçeyeke plansaziyeke pir berfireh e. Em hêdî hêdî tatbîqatên vê yekê dibînin. Wê bi ser bikeve an na, ew tiştekî din e. Bala we bikişînim berê Îran ji bo vê operasyonê gotibû erê lê paşê dev jê berda. Li ser vê Tirkiye rabû bi tena serê xwe kir. Çimkî Îran naxwaze hevsengiya kurdan ji bo Tirkiyeyê xirab bibe.”

Tirkiye gav bi gav Başûr bi dest dixe

Bûlût, desteka Herêma Federal a Kurdistanê ya ji bo operasyona Xakurkê wekî “tepisandinê” pênase kir û wiha got: “Di meseleya Kerkûkê de deriyê sînor ê Xabûrê hat girtin. Tirkiye li wan deran tevî Iraq û Îranê hin manewrayên leşkerî kirin. Bi vî awayî Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistana tepisandin. Her wiha rêveberiya li wir bi awayekî bêvîzyon ku dibêje ‘her tişt ji bo bazirganiyê ye, her tişt qezenc e, pere ye’ tev digere. Ev bêvîzyonîtî ye, tepisandin e. Berhem Salih ji bo hevdîtina bi Erdogan re got, pir kêfxwe bûye, lê di heman rojê de operasyona Xakurkê dest pê kir. Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye hwd. ev hemû ji bêvîzyonîtoyê wêdetir in. Ji bo operasyonên li wê hêlê alîkariya Tirkiyeyê neke jî xwe li nedîtinê datîne, îtiraz nake. Dibê qey wê bi vî awayî xelas bibe. Divê vê yekê zanibin; Ji roja ku Tirkiye mudaxileyî Efrînê kiriye gav bi gav Başûrê Kurdistana bi dest dixe. Bila baş zanibin ger tevgera kurd a li Tirkiyeyê biqede wê nikaribin li ser piya bimînin. Di gena îktîdarên Tirkiyeyê de nehezkirina ji bo kurdan û binpêkirina mafên siyasî yên kurdan heye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar