Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gerîla derbekî giran li artêşa tirk da: 26 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Çelê, Gever, Şemzînan û çiyayê Şekîfê li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîn. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyan de 26 leşker hatine kuştin û helîkopterek jî hatiye derbkirin. HPG’ê diyar kir ku li Bedlîsê jî 3 gerîla di bombebaranê de şehîd bûne û li Qaxizmanê jî kontrayek hatiye cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di demên dawî de daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan li gelek deveran li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîne û di çalakiyan de bi dehan leşkerên tirk hatine kuştin.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 24’ê hezîranê saet di 10.00’an de li Girê Şekîf ê herêma Xakûrkê li dijî artêşa tirk çalakiyeke sabotajê pêk anîne û wiha dom kir: “Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn lê hejmara wan nehate zelalkirin. Artêşa tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin.”

Li Çelê çalakiya bi bandor

Di berdewamê de jî HPG’ê da zanîn ku di heman rojê di danê êvarê de, artêşa tirk xwest ku li qada Derava Xezalkê ya di navbera Colemêrg û Çelê de operasyonekê bide destpêkirin û ev agahî dan: “Yekîneyên dijmin ên ku hatine qadê ketin bin kontrola hêzên me. Yekîneyên dijmin demeke dirêj hatine şopandin û saet di 20.30’an de bûne hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hêzên me ji du milan ve li wesayîta zirxî ya Kîrpî dane û vê wesayîta zirxî îmha bû. Piştî çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kobra jî hatiye qadê û hêzên me dîsa ji 2 milan ve li vê wesayîtê dane û ev wesayît jî îmha kirin. Wesayîtên zirxî yên li qadê jî bûne hedefa hêzên me û gelek wesayît ji qadê reviyane. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî îmha bûn û 23 leşkerên dijmin hatine kuştin. Hêzên dijmin heta şev bi alîkariya firfirokên hewayî yên bêmirov leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine û di danê sibehê de jî enkaza wesayîtan ji qadê rakirin.”

Helîkopter hate derbkirin

HPG’ê ragihand ku di 25’ê hezîranê saet di 08.30’an de hêzên wan li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine û 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku di heman rojê saet di 12.30’an de hêzên wan 2 helîkopterên Kobra yên ku ji Çelê diçûn Colemêrgê hedef girtine û ev agahî dan: “Helîkoptereke hate derbkirin û neçar ma ku ji qadê vekişe. Di heman rojê saet di 13.00’an de hêzên me li dijî leşkerên tirk ên dagirker ên li qada Deriye Pen a Govendê ya Şemzînanê, çalakiya sûîqestê pêk anî û leşkerek hate kuştin. Bi vê çalakiyê re, hêzên me saet di 13.15’an de li dijî yekîneyên artêşa tirk a dagirker ên li Tepê Xwedê ya li Avaşînê çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.”

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku piştî van çalakiyan, artêşa tirk bi obus û hawanan li qad topbaran kiriye û ji ber vê êrîşê şewat derketiye. HPG’ê ragihand ku hêzên wan bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Nûçeya medyaya tirk derewand

HPG’ê daxuyand ku artêşa tirk di 20’ê hezîranê de li herêma Herekol a Sêrtê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin û wiha domand: “Di 21’ê hezîranê saet di 10.00’an de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker û helîkopteran qadên Bêmereşê, Şehîd Canxort, Şaşik û Kunavê bombebaran kirin. Piştî vê bombebaranê, artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran leşker bera nav qadê daye. Hêzên dijmin ên ku li qadê geriyane, di 22’yê hezîranê saet di 12.00’an de bêyî ku encamekê bi dest bixin, ji qadê vekişiyane. Dewleta tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe diyar kiriye ku 6 gerîla şehîd bûne. Ev nûçe derew in û di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin. Divê gelê me û raya giştî guh nedin van nûçeyên derew. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Li Tetwanê 3 gerîla şehîd bûn

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku di 22’yê hezîranê de artêşa tirk li herêma gundê Qenca yê Tetwan a Bedlîsê operasyon da destpêkirin û balafirên şer saet di 21:30’an de herêm bi giranî bombebaran kiriye. HPG’ê da zanîn ku di bombebaranê de 3 gerîla şehîd bûne û dê nasnameyên wan piştre parve bikin.

Kontrayek hate cezakirin

HPG’ê diyar kir ku di heman rojê de hêzên wan li herêma Çemçê ya navçeya Qagizman a Qersê kontrayê bi navê Suleyman Guldere ceza kirine û sedema wê jî wiha vegot: “Vî şexsî bi dewleta tirk a dagirker re kar dikir. Di sala 2010’an de li navçeya Qaxizmanê di şehadeta hevreyên me Firat Mûnzûr (Gokmen Akpolat) û Harûn Şiyar (Alî Cîlo) de rol lîst. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danîn û cenazeyê kontra ji herêmê rakir. Çapemeniya tirk a dagirker vî kesî weke şivanekî û kesekî pak nîşan dide lê ev ne rast e. Kesên mîna vî ku di şehadeta hevrêyên me de rol dilîzin, li ku derê bên dîtin dê bên cezayê pêwîst bê dayîn.”

Bombebaranên artêşa tirk

Têkildarî bombebarana li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî HPG’ê ev agahî dan: “Artêşa tirk di 24’ê hezîranê saet di navbera saet 23:00 û 00:00’an de Deşta Kafya ya herêma Gareyê, di 25’ê hezîranê saet di 08:00’an de herêma Xinêrê ya Xakûrkê, saet di 08:30’an û 12:00’an de Tepê Hakkkarî yê herêma Metînayê û di 26’ê hezîranê saet 07:30’an de jî herêma Kelaşîn a herêma Xakûrkê bombebaran kir. Di van bombebaran de tiştek bi hêzên me nebû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar