Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Artêşa tirk li qadên gerîla belavokan belav dike

Hêzên artêşa tirk ku li Xakûrkê tevî hemû derfetên xwe yên teknîkî nikare encama ku dixwaze pêk bîne, serî li rêbazên cuda yên şerê taybet da. Artêşa tirk bi belavokan ji gerîla xwest ku teslîm bibin

Hêzên artêşa tirk di 27’ê gulana îsal de li dijî herêma Xakûrkê ya girêdayî herêma Biradostê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Artêşa tirk ku tevî êrîşên zêde yên hewayî, teknîka pêşketî û bi hezaran leşkeran nikare encama ku dixwaze pêk bîne, bi rê û rêbazên cuda hewl dide şerê psîkolojîk bimeşîne. Artêşa tirk belavkirina belavokan jî li şerê xwe yê taybet zêde kir.

Dewleta tirk a dagirker ji balafirên xwe yên şer belavokên bi vî rengî li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav dike:

“Di nava vê salê de bi giştî neh sed endamên rêxistina terorê teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bûn û hemûyan jî dest bi destpêkeke nû kirin. Tu jî dikare bibî yek ji wan.”

Belavok hem li qadên gerîla hem jî li deverên sivîlan hatine belavkirin.

Gerîla vê yekê weke rêbazeke pêkenok dibînin û dibêjin: “Ev kaxizên ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav dikin, nîşan dide ku dijmin çiqasî qirêj e. Her wiha nîşan dide ku heta niha her rê û rêbaz bi kar aniye, lê bi ser neketiye.”

Wezîrê karên hundir ê tirk Suleyman Soylû ji bo gerîla gotibû; ‘Ji xwe hejmara wan derdora heft sed heta heft sed û pêncî maye.” Gotina; ‘Neh sed endamên rêxistinê teslîm bûne’ ya di belavokê de hatiye nivîsandin nîşan dide ku Soylu derewan dike. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar