Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li ser herêma rejîma Sûriyeyê derbasî bajaroka Hecînê bûn, êrîşî noqteya şervanên HSD’ê kir. Di şer de 2 çeteyên ku êrîş pêk anîn hatin kuştin û 3 şervanên HSD’ê jî şehîd bûn
Komeke çeteyên DAIŞ’ê yên ku li çolistana Siwêdayê, li ser herêma di bin kontrola rejîma Sûriyeyê re derbasî bajaroka Hecîn a Dêrazorê bûn û êrîşî noqteyên şervanên HSD’ê kirin.
Li gorî agahiyên ji Dêrazorê, şervanên HSD’ê bi hevkariya şêniyên bajarokê piştî şerekî, her du çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnê de 3 şervanên HSD’ê jî şehîd bûn.
Nûçegihanê me diyar kir ku niha rewşa bajarokê aram e. DÊRAZOR