Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa tirk li Kortekê komkujî kir

Balafirên artêşa tirk wesayitên sivîlên li gundê Berd Kuran ê li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê bombe kirin û 4 sivîl kuştin 5 kes ji birîndar kirin. Artêşa tirk 8 sal berê jî li heman herêmê ji malbatekê 7 kes kurştibû

Ji ber bêhelwestiya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û piştgirîdayîna malbata Berzanî û PDK’ê rojana ji aliyê dewleta tirk komkujiyên nû pêk tên. Bi taybetî jî ji 27’ê gulana 2019’an ve ye bi awayekî aşkera tê dîtin ku PDK’ê û Barazanî gelek deverên xaka Başûr radestî artêşa tirk kir. Artêşa tirk jî hem ji bejayî û hem jî hewayî operasyona dagikeriyê dimîşîne û li qadên ku sivîl lê ne komkujiyan dikin. Balafirên şer ên artêşa tirk piştî 8 salan carek din Kortek bombe kir û komkumî kir.

Balafirên artêşa tirk wesayitên sivîlên li gundê Berd Kuran ê li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê bombebaran kirin. Di bombekirina balafirên şer de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneya li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê. Balafirên şer ên artêşa tirk di 21’ê Tebaxa 2011’an de jî bombe li wesayiteke sivîlan a li qada Kortekê barandibû û yek jê pitik, du jê zarok, yek jê jin heft kes ji malbatekê kuştibûn.

Heta niha ji PDK’ê û Barzanî li ser şermezarkirina vê komkujiyê tu daxuyanî nehatiye dayîn.  Li aliyê din jî ji aliyê civaka kurd ve baş tê zanîn ku şirîkê vê komkujiyê PDK û Barzanî bi xwe ye. Lewre yê destûra operasyonê da û cihê di bin serewriya pêşmergeyan de radestî artêşa tirk kir PDK û Barzanî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar