Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Dayika Temel ji ber wêneyê ku tê de nebû hate girtin

Dayika gerîlayê HPG’ê Mehmet Zakîr Temel, Reyhan Temel bi îdiaya ‘wêne bi kurê xwe re kişandiye’ hate girtin. Dayik Temel her çiqas ev îdia red kiribe jî, nehate berdan. Hat zanîn ku di bin çavan de polîsan ji dayika Temel ku tenê bi kurdî dizane ev pirs kirin: “Tu der barê PKK/KCK û Abdullah Ocalan de çi dizanî? Der barê YDG-H û DGH’ê de agahiyan bide me û navê te yê kod çiye?”

Gerîlayê HPG’ê Mehmet Zakîr Temel di bombebarana artêşa tirk a di 29’ê gulanê ya li dijî herêma Xakûrkê de jiyana xwe ji dest da. Piştî definkirina Temel, malbatê li Edeneyê konê şînê veda û sersaxî qebûl kirin. Dayika gerîla Temel, Reyhan Temel (56) ku nexweşa astimê ye piştî ku şîn hatiye rakirin, xwest vegere gundê xwe yê Kopruçay a Berwarî ya Sêrtê. Lê dayik Temel di 11’ê hezîranê de hate binçavkirin û hefteyekî di bin çavan de ma. Di dema binçavkirinê de jî dermanên wê yên astimê nehatin dayîn.

Dadgeha tirk îdia kir ku dayik Temel di dema pêvajoya çareseriyê de bi kurê xwe yê gerîla re wêneyek kişandiye û ji ber vê sedemê jî bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kiriye’ darizand û di 18’ê hezîranê de girt û şande Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Lê dayik Temel di îfadeya xwe de ev îdia red kirin û got; ‘Wêne yê kurê min Mehmet Zakîr Temel e. Lê jina ku di wêneyî de ez nînim. Ez qet neçûm cem kurê xwe û neçûma qada geştê ya behsa xeberê.’

Pirsên sosret ji dayika 56 salî kirin

Hat zanîn ku di dema îfadeyê de polîsan gelek caran bi gotinên weke ‘Kurê te gelek leşker û polîs kuştine’ re zext li dayik Temel kir. Di îfadeyê de polîsan ji dayika Reyhan Temel ku ji bilî kurdî tu zimanên din nizane pirsên weke ‘Tu der barê PKK/KCK û Abdullah Ocalan de çi dizanî? Tu dikarî der barê YDG-H û DGH’ê de agahiyan bidî me? Der barê xwerêveberiyan û rêveberiya xweser de agahiyan bide me, Navê te yê kod heye?, Xisûmet an jî dijminatiyeke te ya li hemberî Komara Tirkiyeyê û pergala makeqanûnê heye yan na?’ jê hatin kirin. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar