Hevseroka HDP’ê ya Qilebanê Ferîde Ender û du welatî hatin binçavkirin
Hêzên polîsan ên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navçeyan Qileban a Şirnexê bi awayeke hemwext bi ser hin malan de girt.
Hat zanîn ku di encam serdegirtina malan de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qilebanê Ferîde Ender û kesên bi navên Asya Uren û Îdrîs Urun hatin binçavkirin.
Der barê sedema binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin. ŞIRNEX