Walîtiya Dêrsimê bi daxuyaniyekê ragihand ku 30 herêman ji bo 15 rojan Herêma Ewlehiya Taybet hatiye ragihandin. Walîtiyê ji şêniyên van herêman xwest ku gundên xwe vala bikin
Walîtiya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li 30 herêmên girêdayî navenda Dêrsim û navçeyên wê yên Pulur, Qisle, Pilemûriye û Xozatê, ji 1’ê tîrmehê heta 15’ê vê mehê Herêma Ewlehiya Taybet hatiye ragihandin.
Hat zanîn ku di vê çarçoveyê de cendirmeyan biryara walîtiyê ji keyayên gundên ku behsê mijarê ne re biriye. Di biryarê de tê xwestin ku welatiyên li van hêrêman dijîn, vê herêmê terk bikin.
Herêmên hatine qedexekirin
Herêmên hatine qedexekirin wiha ne:
“* Navenda Dêrsimê: Herêmên Balideresî, Kutudere, Kurutlu Dere, Tapantepe, Karameşe û Baylik/Kortepelerî.
* Qisle: Herêmên Dokuzkayalar û Tavuklu/Dogantaşê.
* Pulur: Herêmên Balkayalar, taxa Kazançê, Gayretbaba, taxa Yagişliyê, Rûbarê Doganca/Aktaşê, Sincikyayla, Rûbarê Madenê, Karadere, taxa Yarpuzluyê, Pişta Deliva Alî, taxa Eroglu, çiyayên Mercanê, Rûbarê Kiranê, Girê Kinikanê, Zoma Golanê, taxa Egerciyê û herêmên gundê Aslicayê.
* Xozat: Beyazdag, Daristanên Kinzirê û herêmên zoma Çigirliyê.
* Pulumuriye: Herêma gundê Kizilmescîtê. DÊRSIM