Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Ji Xakûrkê heta Agiriyê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên yekîneyên gerîla yên li gelek herêman li dijî hêzên tirk ên dagirker de herî kêm 8 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Avaşîn, Xakûrkê, Colemêrg û Agiriyê li dijî artêşa tirk a dagirker rêzeçalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku roja 26’ê hezîranê saet 12.00’an hêzên wan ên YJA-Starê li dijî yekîneyên artêşa tirk ku li derdora Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê lêgerîn dikirin, rêzeçalakiyên sabotajê pêk anîne û ev agahî parve kir: “Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopeterên Skorysky ji herêmê rakir. Roja 27’ê hezîranê saet 09:40’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Elîşer yê navçeya Gever a Colemêrgê bicihbûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û li gir teqînek mezin pêk hat. Di encama teqînê de li gir şewat derket û nêzî nîv saetê dom kir. Di çalakiyê de kuştî û birîndarên dijmin çêbûn lê hejmar nehate tespîtkirin. Her wiha di heman rojê saet 19:00’an de hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakûrkê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi giranî li çeperên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopertên Skorsky ji herêmê rakir û biserûber bi topên hawan û obusan herêm bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li daristanê şewat derket.”

3 leşker hatin kuştin

Di dewama daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku roja 26’ê hêzîranê hêzên wan di çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî ku li Eyaleta Serhedê didomîne de saet 04.00’an nîzamiya qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazid a Agiriyê kirine hedef û di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Di encama êrîşên balafirên şer de gelek sîvîl şehîd bûn

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa tirk jî ev agahiyan parve kir: “Roja 28’ê hezîranê navbera saet 07:00 û 07:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Xinêrê ya herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyekî hêzên me çênebûn.

Roja 27’ê hezîranê saet navbera 18:30 û 19:30’an balafirên şer li çiyayê Kortek yê herêma Qendîlê li du wesayîtên sivîlan xistin. Di vê bombeberanê de Abdullah Alî Mîne û keça wî Kurdistan Abdullah û kurê wî  Heryad Abdullah jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Ev demeke artêşa TC’ê ya dagirker li başûrê Kurdistanê li dijî sîvîlan êrîşên bi hovane û elçaxî pêk tîne. Dewleta tirk a qirker ku hedefa wê dagirkirina hemû başûrê Kurdistanê ye li dijî gelê me û nirxên me bi elçaxî êrîş dike. Dewleta tirk a dagirker bi hewldanên dagirkeriyê re bi teknolojiya şer a herî dawî re bi zanebûn herêmên welatiyên sîvîl dike hedef û bi awayekî plankirî sîvîlan qetil dike.

Artêşa dagirker demeke li Başûr bi rengekî hovane û namerdî êrîşî sîvîlan dike. Dewleta tirk a komkujer ku dixwaze tevahiya Başûr dagir bike, bi rengekî namerdî êrîşî gelê me û nirxên gelê me dike. Dewleta tirk a dagirker tevî hewldanên xwe yên dagirkeriyê bi teknolojiya herî pêşketî ya şer li herêmên sivîlan dide, bi rengekî plankirî sivîlan dikuje.

Gelek komkujiyên bi vî rengî beriya niha rû dan. Herî dawî 26’ê Hezîranê li gundê Goşîne yê herêma Xakûrkê bombe li du wesayitên sivîl hatin barandin û sivîlek hate kuştin 3 sivîl jî birîndar bûn. Li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê jî êrîşî malbatên çûn nava zeviyên xwe kirin û komkujiyeke nû kirin.  Zihniyeta faşîst a ku 21’ê Tebaxa 2011’an li heman deverê malbateke ji heft kesan bi rengekî xwînxwarî qetil kir, li Kortekê careke din li malbatan da ku zarok jî di nav de bûn û 3 sivîl qetil kir. Mirovên hatin qetilkirin mirovên me ne ku bi salan e li vê xakê ne û ji bo jiyana xwe bidomînin zeviyên xwe diçandin. Bi van êrîşan re tê dîtin ku dewleta TC a faşîst li kîjan parçeyî dibe bila bibe gelê Kurdistanê weke dijminê xwe dibîne û di vê çarçoveyê de polîtîkaya çavtirsandin, tepisandin û tunekirinê dimeşîne. Ev zîhniyeta ku ji bilî mirinê tiştekî ji kurdan re rewa nabîne, ji bo van komkujiyên li dijî gelê me gerîlayên Azadiya Kurdistanê hincet nîşan dide û hewl dide bi vî rengî komkujiyê rewa bike. Li dever û herêma ku komkujî lê hate kirin liv û tevgereke gerîlayên me nîne. Dewleta TC a dagirker ku her carê pesnê balafirên bê mirov ên keşfê dide, wan malbatên diçûn zeviyên xwe dişopand û tevî ku zanîbû sivîl in bi zanebûn komkujî pêk anî. Yên ku komkujiya li vê herêmê weke encama şerê navbera PKK û artêşa tirk pênase dikin, di nava şaşitiyeke mezin de ne û rê li ber komkujiyan vedikin. Zihniyeta ku li dijî komkujiyên dewleta TC a faşîst dernakeve hevparê vî sûcî ye.

Di nava çar salên dawî de bi dehan mirovên me ji aliyê artêşa TC a dagirker ve hatin qetilkirin, wezîfeya bingehîn a hemû welatparêzan e ku tola vê hilînin. Divê were zanîn, bi navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê em ê xwîna mirovên me yên hatine qetilkirin li erdê nehêlin û hesabê vê komkujiyê bi rengê herî giran bipirsin.

Her wiha em sersaxiyê ji malbatên Abdullah Alî Mîne, keça wî Kurdistan Abdullah û kurê wî Heryad Abdullah re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em soz didin ku ji bo bîranîna şehîdan em ê têkoşînê bi ser bixîn û hesab ji kujeran bipirsin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar