Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Silêmanî ku duh li Qendîlê serdana ciwanên bedena xwe li dijî dagirkeriya tirk kirine mertalên zindî kirin. Pêşmergeyên Dêrîn li dijî her cûre êrîş, dagirkerî û gendeliyê komîteyeke hevbeş ya ji pêşmergeyên dêrîn, bawermend û kesayetên serbixwe yên başûrê Kurdistanê îlan kirin û diyar kirin ku dê ev komîte çalakiyên cûrbecûr lidar bixin
Duh gelek pêşmergeyên Dêrîn ku jin jî di navê de hebûn bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê û piştgirî dayîna berxwedana mertalên zindî û berxwedana gerîla ya li hember dagirkeriyê serdana Qendîlê kirin. Di daxuyaniyê de ragihandin ku wan weke pêşmergeyên dêrîn komîteyeke hevbeş a ji hemû kesayetên serbixwe û welatperwer pêktên avakirine û wê ev komîte li seranserê başûrê Kurdistanê çalakiyên cûrbecûr li dijî her cûre êrîş, dagirkerî û gendeliyê pêk bînin.
Pêşmergeyên Dêrîn komîteya hevbeş weke, “Komîteya Parastina xaka Kurdistanê” bi nav kirin û daxuyaniyek dan. Li ser navê komîteya parastina xaka Kurdistanê pêşmergeyê dêrîn Derya Omer axivî. Derya Omer dazanîn ku armanca wan a ji avakirina komîteyê ji bo parastina xak û gelê Kurdistanêye û wiha got: “Îro em li Binarê Qendîl ji bo piştgiriya gerîla û li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Kurdistanê komîteya hevbeş ya ku ji pêşmergeyên dêrîn, jin, bawermend û xelkê nîştîmanperwer pêkhatîne radigihînin. Armanca vê komîteyê parastina xak û destkeftiyên gelê kurd e. Em ne girêdayî tû partî û aliyên siyasîne, em tenê girêdayî xak û niştîmana Kurdistanê ne. Em ji vir dibêjin ji bo dagirkeriyê êdî bes e. Pêwîste xelkê azadixwaz yê kurd dengê xwe yê şoreşger bilind bike û êdî dagirkeriya li ser xwe qebûl nekin.”
Derya Omer bi berdewamî wiha axivî: “Bila êdî em li ser xak û mala xwe penaber nebin. Herdem gelê kurd qûrbanî daye ji bo azadiyê û ser nizmî qebûl ne kirye. Herdem ji bo mafê xwe yê rewa berxwedan kiriye. Em ê mirinê qebûl bikin lê em ê jiyan kole qebûl nekin. Ez daxwaz ji pêşmergeyên dêrîn yê ku berê bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê rawestiyane dikin, bila niha jî bên beşdarî vê berxwedanê bibin û bi serbilindî bêne çeperên berxwedanê têbikoşin. Pêşmerge, şervan û gerîla bînahiya çavê me ne û parastina me dikin.”
Derya Omer dazanîn ku li herêma Kurdistanê ne tenê dagirkerî gendelî heye, şewitandina bax û baxçeyên Kurdistanê heye û gelek pirsgirêkên din jî hene û wê bi van pirgirêkan re jî têbikoşin. Komîteya parastina xaka Kurdistanê bang li tevahî gelê kurd û welatparêzan kirin ku ji dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk rawestin. QENDÎL