Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kubîlay: Xeta sêyemîn tifaqa demokratîk a hemû bindestane

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku xeta 3’yemîn a HDP’ê ji bilî bloka serdest, tifaqa dîrokî ya hemû bindestane. Kubîlay got ku armanca xeta 3’yemîn ew e ku zextê bi dawî bike û jiyaneke nû biafirîne. Kubîlay hemû pêkhate, ol, hêzên siyasî û hwd. ên li Tirkiyeyê vexwend tifaqa demokratîk

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) Gunay Kubîlay li avahiya HDP’ê ya Stenbolê der barê geşedanên dawî daxuyanî da. Kubîlay di serî de bal kişand ser binçavkirina 8 kesên li Serêkaniyê ya Rihayê û wiha got: “Bi îdiaya ‘tunela diçe Rojava’ hatin binçavkirin. Lê ev ne operasyone. Bi buldozeran ketin malan û her tişt rûxandin. Heta ku dar jî ji rih ve rakirin. Ev tiştên ku hatine kirin li derveyî mirovahiyê ne. Wisa dixuye ku desthilata siyasî, Erdogan û wezîrê wî yê karên hundir tola 31’ê adar û 23’yê hezîranê di serî de kurd, ji hilbijêrên HDP’ê hiltîne. Lê berpirsyariya têkçûna wan a li Stenbolê ne HDP, polîtîkayên ku wan bixwe xistine meriyetê ne.”

Gunay Kubîlay piştre jî bal kişand ser xeta 3’yemîn a partiya wan û wiha dom kir: “Tirkiye welatekî kapîtalîst e. Xwedî feraseteke serdest û yekpereste. Xeta 3’yemîn a HDP’ê ji bilî bloka serdestan, tifaqa dîrokî ya hemû bindestane. Armanca stratejîk a xeta sêyemîn ew e ku hemû cureyên zextê yên li ser jiyana mirovahiyê ji holê rake û îdeala jiyaneke nû biafirîne. Hemû geşedanên din ên rojane û konjekturel û gavên taktîk, li gorî vê armanca stratejîk teşe digirin. Mînak; stratejiya HDP’ê ya di hilbijartinên 31’ê adarê û 23’yê hezîranê de, bandor li polîtîkaya hilbijartinê kir. Hemû çînên bindest, cinsên bindest û kesên rastî neheqiyê tên yek ji pêkhateyên vê stratejiyê ne. Armanca wê ew e ku hemû hêzên demokratîk û sosyo polîtîk li ser zemîna tifaqa demokratîk bîne bahev.”

‘HDP’ê alternatîfek afirand’

Kubîlay got ku HDP tu caran nabe yek ji alîgirên blokên serdest û hedefên wê jî dê ji pêşerojeke demokratîk a gelên Tirkiyeyê bêpar nebe. Kubîlay destnîşan kir ku HDP’ê di 31’ê adarê û 23’yê hezîranê de alternatîfeke demokratîk pêşkeşî civaka Tirkiyeyê kiriye û wiha domand: “Li gorî konjokturê jî HDP ji partiyên din cudaye. HDP li gorî konjokturê yan jî pişta xwe nade tu partiyan û li gorî wê siyasetê nake. Ev li dijî hebûna HDP’ê ye. Di demên dawî de li ser nameya birêz Ocalan xwestin hinek spekulasyonan bikin. Lê girtîgeh jî di nav de, li hemû qadan nêzikatiya li hemberî vê stratejiyê hemane û tu alozî nînin.”

Stratejiya dagirkeriyê ya dewleta tirk

Di berdewamê de jî Kubîlay destnîşan kir ku bi hilbijartina 31’ê adarê re li Tirkiyeyê pêşî li pêvajoyeke guherînê hatiye vekirin û wiha pê de çû: “Bi hilbijartina Stenbolê re ku ferqekî bi qasî ji sedî 10 çêbû, peyam hate dayîn ku divê ev guherîna siyasî kûr bibe û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve gavên mezin biavêje. Lê bi mînaka Serêkaniyê û gotinên serokê giştî yê AKP’ê û berdevkê wê jî diyare ku dê dev ji vê polîtîkaya tundî û şer bernedin. Her wiha xuyaye ku dê polîtîkaya berfirehkirina sînorên xwe bidomînin. Di operasyonên leşkerî yên li Herêma Federal a Kurdistanê de, ji ber bombebaranê gelek jin û zarok hatin kuştin. Weke her gav em careke din bang dikin. Tu wateya operasyonên Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê nîne û ev macerayeke ku encama wê nediyare. Ev ne polîtîkaya ewlekariyê, polîtîkaya berfirehkirina sînoran e. Herêmên di nava sînorên Osmaniyan de, weke axa xwe dibînin û stratejiya wan ewe ku van herêman bidest bixin. Lê ev polîtîka ji bilî dijminatiya ku dê di navbera gelan de çê bike, dê kêrî tiştekê din neyê. Ji ber vê jî divê dawî li polîtîkaya êrîşkar a li dijî Sûriyeyê û êrîşên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê bîne.”

Hemû kes vexwend tifaqa demokratîk

Kubîlay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû karker û kedkarên vî welatî, elewî, sunî, jin, mêr, ciwan, kurd û tirkên vî welatî vedixwînin tifaqa demokratîk. Em hemû partiyên siyasî yên di parlamentoyê de vedixwînin ku bêhtir xwedî li demokrasî, aştî û azadiyan derkevin. Ez di wê baweriyê de me ku em dikarin bi makeqanûnekî demokratîk re van tevan pêkve girê bidin û gavên ku komarê demokratîk bike, biavêjin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar