Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

ATK’ê di dîmenên cînayetê de polîsê kujer ‘nedît’

Ciwanê kurd ê ji Amedê Recep Hantaş bi awayekî aşkerayî li ber kamerayan ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Ji bo tespîtkirina polîsê kujer, Serdozgeriya Komarê ya Amedê dîmenên cînayetê ji ATK’ê re şandin. ATK tevî ku kujerên Hantaş diyarin jî, di rapora xwe de destnîşan kir ku ‘kujerê Hantaş nehate tespîtkirin.’

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo polîsê ku Recep Hantaş qetil kir bê tespîtkirin,  dîmenên dema kuştina Hantaş ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re şandibûn. Lê belê ATK’ê di rapora xwe de diyar kir ku polîsê ku Hantaş kuştiye nehatiye tespîtkirin.

ATK’ê di rapora xwe de polîsên li cihê bûyerê ji jimara 1’ê heta 5’an tesnîf kiriye. Di analîzên dîmenî yên ATK’ê de, koma Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Emniyeta Amedê, polîsê bi navê K.B. ku bi hejmara 5’an hatiye nîşandan wekî ‘gumanbar’ tespît kiriye.

Di berdewamiya raporê de jî ATK’ê dibêje ku hemû gule ji mesafeyeke dûr (75-100 metre) hatine berdan. Di dîmenan de hat diyarkirin ku polîsê hejmara wî 3 ye çek ber bi Hantaş ve, yê jimara wî 4 ber bi hewayê ve û yê jimara wî 1 jî ber bi lingên wî ve berdide. Di rapora ATK’ê de, polîsê bi navê K.B. ku hatibû girtin û demek berê hatibû berdan, di îstîqameta Hantaş de ye. Di raporê de K.B. di kareyên dîmenan de di kareya 8492’yan de ber bi jêrê ve, di kareya 8494’an de ber bi lingê Hantaş ve berdide.

Hurgiliyê herî girîng di raporê de cih nagire

Her çend di raporê de tê diyarkirin ku piştî gulebaranê K.B. Hantaş tev digere jî, 2 saniye piştre dikeve erdê. Ango piştî gulebarana K.B. ya di kareya 8494’an de, Hantaş di kareya 8597’an de dikeve erdê. Lê belê di rapora ATK’ê de nayê diyarkirin ku Hantaş 2 saniye piştî gulebarana K.B. dikeve erdê.

Polîsan diparêze

ATK ji bo kareya 8513’an ku kareya dawî ye û Hantaş bi awayekî zelal tê de dixuyê, destnîşan kir ku ji xeynî K.B. li cihê bûyerê her 4 polîsên din berê çekên xwe nedane Hantaş û ev tişt tê gotin: “Polîsê jimara wî 5, li kêleka rastê ya paş Hantaş pozîsyona xwe girtiye lê belê ji ber ew kare ne pir zelal e nehat tespîtkirin bê ka polîsê jimar 5 çek berdaye yan na.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar