Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK’ê bi boneya wefata Bengî Haco peyama sersaxiyê weşand

Konseya Rêvebir a KNK’ê bi boneya wefata endamê Konseya Rêvebir û cîgîrê serokê KNK’ê Bengî Haco peyama sersaxiyê weşand. KNK’ê sersaxî ji malbata Haco xwest û diyar kir ku wefata Haco ji bo Kurdistanê windahiyeke mezine

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi munasebeta wefata endamê Konseya Rêvebir û cîgîrê serokê KNK’ê Bengî Haco daxuyaniyek nivîskî weşand û ji gelê Kurdistan û malbata Haco re sersaxî xwest.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Me xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê Konseya Rêvebir û cîgirê serokê KNK ê birêz Bengî Haco bihîst û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Bengî Haco li rojavayê Kurdistanê li herêma Cizîrê, di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Bengî Haco, ji ber êrîş û zextên dewleta Sûriyeyê, bi awayekî neçarî derket Ewropayê. Li Ewropayê jî herdem di nava xebata azadiya gelê Kurdistanê de cihê xwe girt û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xebat kir.

Birêz Bengî Haco demekî dirêj endamtiya KNKê jî kir û di heman demê de emdamê Konseya Rêvebir û cîgirê serokê KNK’ê bû. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke mezine.

Em ji ber wefata birêz Bengî Haco gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didin hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wî.Heval Bengî, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar