Stenboliyên ku di hilbijartina 23’yê hezîranê de çûn ser sindoqan, diyar kirin ku li Tirkiyeyê dem dema guherînê ye û xwestin tifaqa demokrasiyê dewam bike
Di hilbijartina 23’yê hezîranê ya Stenbolê de Ekrem Îmamoglû bi ferqeke nêzî 800 hezar dengî careke din bû Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê. Stenboliyan, xwest tifaqa ji bo demokrasiyê dewam bike.
Welatiya bi navê Gulten Kizilveren bilêv kir ku zimanê cihêkariyî û zirarê dide gelên Tirkiyeyê û wiha got: “Em ê hemû bi hev re, bi awayekî yekpare, di nav biratiya cîhanê de li Tirkiye û Stenbolê bibin yekpare. AKP’ê cihêkarî berbelav kir. Lê belê êdî mirov rastiyê dibînin.” Kizilveren, bal kişand ser stratejiya HDP’ê û wiha got: “HDP’ê destekeke mezin da. Ez dixwazim tifaqa demokrasiyê dewam bike. Ji bo me heq, hiqûq, edalet û demokrasî beriya her tiştî tê. Ger mirov bi awayekîa dil bijîn, wê çaxê em ê hemû bi awayekî azad, serbixwe û demokratîk bijîn. Wê rûyê me tim bi ken be, em ê kêfxweş bibin. Wê her tişt xweştir bibe.”
‘Divê tifaqa demokrasiyê bidome’
Jina bi navê Demet Boz jî diyar kir ku AKP ji ber polîtîkayên xwe têk çûye. Boz, malavayiya hilbijêrên HDP’î kir û xwest tifaqa demokrasiyê dewam bike.
Jina bi navê Yûrdagul Şener jî anî ziman ku hilbijêrên HDP’î tevî hemû zext û zoriyan jî li ser sindoqê bersiva AKP’ê dane û ev tişt got: “Heq bi ser ket, hiqûq bi ser ket. Pêşeroja zarokên me bi ser ket.” Şenerjî xwest tifaqa demokrasiyê dewam bike.
‘Ger faşîzm hebe divê hemû hêz bibin yek’
Ciwanê bi navê Mert Işiktaş ê 18 salî jî wiha got: “Ger faşîzm hebe divê hemû hêz bibin yek. Em kêfxweş in, bihêvî ne. Divê tifaqa demokrasiyê ya bi HDP’ê re dewam bike. Bawer dikim ku wê Îmamoglû hemû daxwazên gelên Tirkiyeyê pêk bîne.”
‘Me ji bo demokrasî û mafên mirovan dengê xwe da’
Îlyas Nayman diyar kir ku wan ji bo demokrasî û mafên mirovan dengê xwe da tifaqa demokrasiyê, diyar kir ku hilbijêrên HDP’î ji bo tifaqa demokrasiyê veguhere tifaqeke berdwamiyî dengê xwe dane Îmamoglû û ev tişt anî ziman: “Wê her kes para xwe ji mafên mirovan, heq û hiqûqê û ji wekheviyê bigire. Em dixwazin Laz, kurd, tirk her kes wkehev bin. Îmamoglû bal dikişîne ser vê, lê AKP welat kir du perçe. Loma em dixwazin îtifaqa demokrasiyê dewam bike.”
Erdal Aydemîr jî destnîşan kir ku êdî dem dema guherînê ye û welatiyê bi navê Harûn Taşçi jî anî ziman ku divê tifaqa demokrasiyê dewam bike û wiha got: “Li xizmetên AKP’ê binerin. Ma ji bo mirovan xizmet kirine? Qet alîkariya mirovan nakin.” Taşçi, ji bo stratejiya HDP’ê jî got, desteka HDP’ê di warê demokrasiyê de destekeke pir baş e û ew dixwazin ev tifaq dewam bike.”STENBOL