Gerîlayan li Botan, Dêrsim, Xakûrk û Bedlîsê çalakî li dar xistin û 6 leşkerên tirk hatin kuştin û li wesayîteke zirxî ya kîrpî dan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku di 27’ê hezîranê saet 06.30’an de hêzên wan ên YJA-Starê li dijî qereqola Yekmalê ya Qilebana Şirnexê çalakiyek li dar xistine û ev agahî da: “Hêzên me li çeper û stargehên hêzên dijmin dane û di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin. Ji aliye din ve di çarçoveya pêngava Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me di 27’ê hezîranê de li dijî artêşa tirk a ku hewl dida ewlekariya rêya di navbera Zivingê û Girê Guvenlîkê yê li Çiyayê Gabarê de pêk bîne, çalakiyek li dar xistine. Leşkerên tirk ên dagirker ketine bin kontrola hêzên me. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dagirker xwestine bi wesayîtên zirxî mudaxeleyî qadê bikin lê hêzên me li wesayîteke zirxî ya Kîrpî dane.”
Pêngava şoreşgerî didomin
Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li hemberî tevgera dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên wa roja 28’ê hezîranê saet di 23.00’an de li dijî leşkerên tirk ên li Girê Şekîfê ya li Xakûrkê çalakiyek li dar xistine û wiha domand: “Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê leşkerek hatiye kuştin. Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bomberdûman kiriye û bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi silametî vegeriyaye baregehên xwe.”
Li Dêrsim û Bedlîsê çalakî
HPG’ê da zanîn ku roja 28’ê hezîranê li navçeya Xozat a Dêrsimê hêzên wan ên YJA-Starê wesayîta ku kontra û leşkerên tirk têde bûne xistine bin kontrola xwe û şopandine û wiha pêde çû: “Hêzên me demeke dirêj wesayît şopandin û li nêzî qereqola Yenîbaşî li wesayîtê dan. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin, leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû. Li aliyê din wesayîta dijmin derbe xwar. Roja 29’ê hezîranê saet di 04:30’an de hêzên me li dijî nuqteya kontrolê ya li ser rêya di navbera navçeya Xîzan û navenda bajarê Bedlîsê de çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li leşkerên artêşa tirk a dagirker hate xistin, leşkerek hate kuştin.”
Êrîşên hewayî
Her wiha daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Roja 27’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Kûmrî ya herêma Metînayê barandin. Roja 28’ê Hezîranê saet 22:30’an balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li derdora gundê Sergelê û herêma Tepe Amediyê ya navçeya Amediyê ya Duhokê barandin. Her wiha di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN