Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbata Ocalan û wasiyê wî û malbatên girtiyên din ên ji bo hevdîtinê red kir
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re duh bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê daxwaza hevdîtinê ya malbata Ocalan û wasiyê wî red kir.
Di heman demê de bi heman daxwazê birayê Hamîlî Yildirim ê bi navê Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş a bi navê Sabîha Aslan jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê daxwaza malbatan jî red kir. STENBOL