PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Girtiyê ji Doza Nisêbînê hişê xwe winda kir

Ji girtiyên di Doza Nisêbînê de Ramazan Eroglu ku li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê tê girtin, hişê xwe winda kir. Bavê Eroglu diyar kir ku kurê wî di hevdîtinê de qet neaxiviye û tiştek nehatiye bîra wî. Bav Eroglu wiha domand: “Dema ku min di wê rewşê de dît, dilê min pir êşiya. Dixwazim ku bê tedawîkirin.”

Welatiyê bi navê Ramazan Eroglu di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbîn a Mêrdînê de, piştî ku di 26’ê gulana sala 2016’an de ji navçeyê hate tehliyekirin, hate binçavkirin. Eroglu ku di Doza Nisêbînê de dihat darizandin, hate girtin. Eroglu ku li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê tê girtin, hişê xwe winda kir.

Hat zanîn ku di demên berê de jî pirsgirêkên Eroglu yên derûniyê hebûn û di dema binçavkirinê de jî rastî îşkenceyên giran hatiye. Eroglu tevî ku nexweş bû, nedihat dermankirin. Çend roj berê bavê Eroglu, Nûrûllah Eroglu çû serdana kurê xwe. Bav Eroglu qala hevdîtinê kir û ev agahî dan: “Kurê min êdî hişê xwe winda kiriye û nikare biaxive. Piştî ku kete girtîgehê, hişê wî ji serê wî çû. Nikare navê xwe jî bibêje. Tenê tê bîra wî ku ez bavê wî me. Ji bilî vê tiştekî nabêje.”

‘Dilê min pir êşiya’

Di berdewamê de jî Eroglu ev agahî parve kirin: “Gardiyanan ji min re got ku piştî maça futbolê wisa pê bûye. Gardiyanan diyar kir ku kurê min birine nexweşxaneyê lê ji tedawiyê tu encam negirtine. Ez dixwazim ku kurê min demildest bibin nexweşxaneyê. Dozgeriyê destnîşan kir ku divê li Xarpêtê bê tedawîkirin. Lê tevî vê jî tê girtin. Li nexweşxaneyê di kontrolekî jirêzê re derbas dikin û piştre vedigerînin girtîgehê. Bi rêk û pêk nayê dermankirin. Ger bê tedawîkirin dê raporê bidinê. Rewşa wî pir nebaş bû. Dema min ew di wê rewşê de dît, dilê min pir êşiya.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar