Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji Komalên Ciwan banga seferberiyê

Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê banga seferberiyê kir û bi taybetî bang li ciwanê Başûr kir ku bi şiyara ‘Serî hilde dagirkeriyê parçe bike’ rabin serhildanê

Koordînasyona Komelên Ciwan li dijî êrîş û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li herêma Biradostê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga seferberiyê li ciwanên kurd kir.

Koordînasyonê ragihand ku operasyonên artêşa tirk a ji bo dagirkeriyê li pêş çavên cîhanê didomin û got ku êrîş roj bi roj bi şêweyên nû berdewam dikin û ev tişt anî ziman: “Êrîş parçeyên planeke sîstematîk e. Dixwazin rehên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibirin û gelê Kurdistanê yê ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin hîn bêhtir bê parçekirin. Bi navê Tevgera Ciwanên Apoyî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên topeykûn em banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê dikin. Rojeva sereke ya Komalên Ciwan ê ji niha û pê ve têkbirina dagirkeriya TC a li Başûr be. Ji bo vê yekê jî em ê hêza xwe seferber bikin. Rojeva esasî ya karê rêxistinbûna me wê têkoşîn, çalakî û pêşengiya li dijî dagirkeriyê be. Kobanê û Efrîn çi be Bradost jî bi heman rengî ye. Çawa ku ciwanên Kurdistanê yên leheng li Kobanê û Efrînê heta hucreyên xwe seferber bûn û pêşengî ji şer û çalakiyan re kirin roj heman roj e. Di vê çarçoveyê de em bang li ciwanên kurd ên li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal, Rojava, Rojhilat û Ewropayê dikin ku bi serhildanê xaka xwe biparêzin û bi vê armancê seferber bibin. Herî zêde gel û ciwanên başûrê Kurdistanê bi nirxên ku ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdidstanê ve hatine afirandin zanin. Êrîşên tên kirin li dijî van nirx û destkeftiyane. Têkbirina êrîşên TC’ê û qewirandina TC ji xaka başûrê Kurdistanê wezîfeya herî mezin a ciwanên şoreşger û welatparêz ên li Başûr e. Ji ber vê yekê avabûna hêzên xweparastinê yên Başûr ku bi hişmendiya parastina xaka xwe ava bû gelekî girîng e û li dijî dagirkeriya TC gaveke gelekî watedar e. Ciwanên welatparêz û leheng ên başûrê Kurdistanê bi vê pêngava xwe nîşan dan ku ji bilî berxwedan û şer rêya parastina namûs û xaka xwe nîne.”

Di daxuyaniyê de çalakiya mertalên zindî jî hate silavkirin û bang li ciwanên Başûr hat kirin ku bi şiyara ‘Serî hilde dagirkeriyê parçe bike’ li her qadê rabin serhildanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar