Li başûrê Kurdistanê bi kêmbûna avê re, qesreke ji serdema Mîtaniyan hate dîtin
Hewa germ û ziwatiya li başûrê Kurdistanê bû sedem ku av kêm bibe. Li gorî nûçeya CNN’ê, bi kêmbûna avê re qesreke ku xwedî dîrokekî 3 hezar û 400 sal e, hate dîtin. Arkeologên kurd û alman der barê mijarê de ketin nava liv û tevgerê.
Avahiya kevnare li sîteya Kemûnê hate dîtin û ji ber bendava Mûsilê di binê avê de mabû. Piştî ku ava çem di sala 2010’an de hinekî kêm bû, qesrê hinekî xuya kir lê belê ji bo lêkolînê av hîn zêde bû.
Arkeologê kurd Hasan Ahmed Qasim ji bo bermahiyên serdema Bronz wiha got: “Yek ji keşfên herî girîng ên arkolojîk e salên dawî ye.”
Li gorî nûçeya CNN International’ê, li herêma ku qesr lê ye wê demê Mîtanî serdest bûn. Bi rêya vê keşfê der barê Mîttanî de ku qraliyeteke Rojhilata Navîn a kêm tê zanîn e, wê hîn bêhtir agahî bên wergirtin.