Hewldanên dewleta tirk ên kirêt
Serhildêrên kurd roj bi roj serkeftin li ser serkeftinên xwe zêde dikirin. Gav bi gav erdnîgariya Kurdistanê zeft dikirin û herêma xwe fireh dikirin. Pêşketinên serhildêran dewleta tirk şaşwazî dikir û dixist nav fikaran. Hewcedarî bi amadekarî û tevgerek gelek lezgînî didît. Ji hêla hiqûqî û leşkeriyê ve tedbîrên ku hewce dikirin bi lezgînî digirtin. Serfermandariya artêşa tirka ya navendî ji artêşa 3 emîn re ji bo ku bi lezgînî amadekariya şerê dijî kurd bike fermanek şand. Di heman demî de wekî hercarî carek din ketin nava hewldanên xwe yên kirêt ên ku kurdan parçe bikin û bihevûdu bidin kuştin.
Dest avêtin nakokiyên heyî yên di navbera eşîran de. Ji bo kûr kirin û bikaranîna wan nakokiyan tevahiyên walî û fermandariyên li Kurdistanê hatin erkdarkirin. Baskê artêşê ya 9’emîn li Bazîdê bi eşîra Celalî û Zîlanê re hevdîtin pêk anîn. Baskê artêşê ya 7’emîn li herema Mêrdîn, Midyad, Stewr, Nisêbîn û Cizîrê bi eşîra Balî, eşîra Dekorîkî, eşîra Halcan, eşîra Emerka û eşîra Habiyê re hevdîtin pêk anîn. Waliyê Bedlîsê û fermandarê tûmena 2’yemîn bi eşîrên herêma Bedlîs û Sêrtê re hevdîtin pêk anîn. Walîyê Xarpêtê û fermandariya Xarpêtê bi eşîrên herema Dêrsimê re hevdîtin pêk anîn.
Di van hevdîtinan de ji hêla walî û fermandaran ve li ser navê dewletê ji bo têkbirina serhildanê û eciqandina serhildêran bi sozên gelek vala û derewîn ji wan eşîran alîkarî dihat xwestin. Weke gelek caran eşîrên kurd careke din baweriya xwe bi wan sozên vala û derewîn anîn û li dijî serhildanê piştgirî û alîkarî dan dewletê. Di serî de li herêma Mûş û Gimgimê her du eşîrên elewî eşîra Xormek û Lalanê piştgirî dan artêşa tirk û li dijî serhildêrên kurd dest bi şer kirin.
Li gel îxanetê serkeftina Xarpêtê
Li gel hewldanên dewletê yên kirêt û îxaneta hinek eşîran serhildêran agahiyên serkeftinên girîng didan gelê kurd. Ji van agahiyan yek jî di 24’ê sibata 1924’an de ji Xarpêtê hat. Di bin pêşengiya Şêx Şerîf de serhildêrên kurd bajarê Xarpêtê bidest xistin. Bidestxistina Xarpêtê ji bo serhildanê serkeftinek gelek hêja bû. Ji bo belavbûna serhildanê ya li tevahiya Kurdistanê pêngaveke gelek girîng bû.
Lê piştî ku Xarpêt bidest ket gelek şaşî hatin kirin. Di nava bajêr de talankerî dest pê kir. Gelek cih û war hatin şewitandin û wêrankirin. Di heman demê de di cebilxaneya serhildêran ya Huseyinikê de teqemeniyek mezin ya kiryar nediyar qewimî. Di wê teqemeniyê de gelek mirovên sîvîl yên bêguneh hatin kuştin. Li dijî wan qewimîn û geşedanan nerazîbûyina gelê heremê gihîşt asta herî jor. Ew nerazibûn bûn sedem ku li dijî hêzên Şêx Şerîf hinek helwestên neyînî derkevin holê.
Helwestên gel ên dijber serhildêran ji bo êrîşên Kazim Paşa derfet afirandibû. Yekîniyên leşkerî yên dewleta tirk dibin serfermandariya Kazim Paşa de ji bo bi destxistina Xarpêtê êrîş birin ser bajêr. Gelê Xarpêtê jî piştgirî da leşkerên tirk. Piştî ku gel jî piştgiriya leşkerên tirk kir Şêx Şerîf neçar ma ku bi ser milê navçeya Pale yê ve ji Xarpêtê paşve vekişe. Bi ser vekişîna Şêx Şerîf Kazim Paşa yekîniyên xwe ji milê Meletî ve ber bi bajêr bicih kirin. Bi wê bicihkirina leşkerên tirk re xwe têkiliya Amedê bi heremê din re hate qutkirin.
Li herêma Amedê geşedanên girîng
Şêx Seîd jî wekî rêhevalên xwe yên heremên din li herêma Amedê di nava liv û tevgerê de bû. Ji bo bidestxistina navçeya Licê bi tevî şervanên xwe ve ber bi Licê ve ketibû rê. Şêx Seîd di 21’ê Sibatê de alaya leşkeriya tirka ya ku ji ber êrîşên hêzên Şêx Mehmûd Mehdî ber bi Amedê ve direviya dorpêç kir. Şêx Seîd û şervanên xwe di wê dorpêçkirinê de alaya leşkerên tirk tarûmar dikin. Cebilxaneya wan bidest dixin û gelek leşkerên wan dîl tên girtin. Yên ku sax difilitin her yek bi hêlekî ve direvîn. Ji ber dorpêçkirina wê alayê bidestxistina Licê li gorî plansaziya hatiye kîrin hinek derengî dikeve. Di heman pêvajoyê de ji hêzên yekîneyên Şêx Seîd yekîneyekî êrîş biribû ser navçeya Pîranê û navçe bidestxistibûn. Lê di wê erêşa bidestxistina Pîranê de Mamoste Fexrî yê ku ji êrîşê re pêşengî kiribû şehîd ketibû. Mamoste Fexrî mirovek polîtîk û gelek zana bû. Ji hêla taktikên şer û leşkerî ve jî gelek pêşketî bû. Ji bo pêşeroja serhildanê hêvî yên gelek xurt ji bo Mamoste Fexrî hebûn. Şehadeta wî ji bo civaka kurd windahiyeke gelek mezin bû.
Bidestxistina gelek navendên nû û serkeftinên ku li dijî leşkerên tirk dihatin bidestxistin coş û morala civaka kurd bilind dikir. Her ku diçû tevilbûn û piştgiriya kurdan ya ji bo serhildanê xurtir dibû. Bi wê coşê di demeke kurt de navendên girîng hatin bidestxistin. Di bin pêşengiya Xalitê Hesenanî de şervanên kurdan navçeya Solexan, Gimgim û Milazgirê jî bidestxistin û berê xwe dan Erzeromê.
Kalê Şêx Saîd bi destpêka serhildanê re ji hêla leşkerî ve li dijî artêşa tirk gelek serkeftin û pêşketinên girîng bidestxistin. Di navbera 20-25 rojan de gelek bajar û navçe hatin bidestxistin. Lê esil cihê sereke û girîng ê ku hewce bû bihata bidestxistin bajarê Amedê bû. Bidestxistina Amedê dê bandorek mezin li tevahiya Kurdistanê bikira û ji bo serkeftina serhildanê dê roleke girîng bilîsta. Bi van hest û ramanan ji bo bidestxistina Amedê Şêx Saîd berê hêzên xwe dide Amedê. Armanca Şêx Seîd ew e ku Amedê bidest bixe weke paytext îlan bike û peyama xwe ji wê derê bide cîhanê.
Piştî bidestxistina serkeftinên gelek girîng ji Şêx Seîd dipirsin “tu çima peyamekî nadî cîhanê”. Dibêje “ez peyama xwe ji Darahênê bidim cuda ye ji Amedê bidim cuda ye”. Şêx Seîd bi van hevokên xwe wate û girîngiya bidestxistina bajarê Amedê vedigot.
Dewleta tirk ket nav tirs û xofê
Serkeftin û pêşveçûnên serhildêran rêveberiya dewleta tirk xistibû nav fikaran. Ataturk û Îsmet Înonu xwestin bi lezgînî ji bo tevahiya Tirkiyeyê rewşa awarte (sıkı yonetim) îlan bikin. Serokwezîrê wê demê Fethî Okyar li dijî biryara rewşa awarte derket. Fethî Okyar kesek lîberal bû, daxwaz dikir ku bi rê û rêbazên nerm pirsgirêk were çareserkirin, nedixwest bi rê û rêbazên tund bi ser kurdan de here.
M. Kemal jî di nav de rayedarên dewletê ne di heman fikrê de bûn. Dixwestin biryarên tund bigrin û bi tundî ser kurdan de herin. Ji bo wê Ataturk xwest Fethî Okyar îstîfa bike. Li ser xwesteka Ataturk Fethî Okyar neçar ma ji serokwezîriyê îstîfa bike. Di 3’ê adara 1925’an de Îsmet Înonu wekî serokwezîr hate pêwirdarkirin. Ji bo biryarên tund û kiryarên tund ên qirker û hovane Îsmet Înonu kesek herî guncav bû. Ew jî li gorî xwesteka Ataturk pêkhatibû. Edî karibûn derbarê kurdan de qetliama civakî jî di nav de biryarên herî tund ên bêpîvan û bêexlaq bigrin.
Di 4’ê adara 1925‘an de zagona “Takrîr-î Sikûn”di meclisa Tirkiyê de hate erêkirin. Bi erêkirina wê zagonê hemû kiryarên der hiqûq û der mirovî yên dijî civaka kurd hatin meşrûkirin. Ji bo tevahiya Tirkiyê rewşa awarte (sıkı yonetim) hate îlankirin. Ji bo darizandina serhildêrên kurd dadgehên taybet yên bi navê “îstîklal Mahkemelerî” hatin demezirandin. Ji wan dagehên taybet yek li Amedê yek jî li Enqereyê hatin damezirandin.
Herdu eniyan jî ji bo serkeftina xwe cihê herî giring û pêlika herî qedîm û bi wate Amed didîtin. Heke Şêx Seîd Amedê bidest bixe ji bo serkevtinê dê bigihişta qonaxeke herî girîng. Dê Kurdistana serbixwe îlan bikira û Amed jî wek paytext îlan bikira. Dê coş û morala gelê kurd zêdetir bibûya. Dê baweriya serkeftina serhildanê bigihîşta asta herî jor. Dema ku bendewariya serkeftinê xurt bibûya dê piştgiriya eşîran zêdetirbibûya. Eşîrên ku hetanî wê demî piştgirî nedabûn jî dê piştgirî bidana.
Heke artêşa tirk êrîşên Şêx Seîd yên li ser Amedê bişikîne, bê encam bihêle û bidestxistina Amedê asteng bike dê moral û motîvasyona serhildanê têk biçe û ji bo têkbirina serhildanê moral û derfetek xurt bidest bixe.
Plansazî û amedekariyên ku ji bo Amedê dihatin kirin li gorî wê giringiyê bûn. Bajarê Amedê bi keleha ya xwe ya navdar dorpêçkirî bû. Ji ber ku bajêr di hundirê keleheyê de dima ji bo hêzên artêşa tirk parastina wî gelek hêsan bû. Keleha Amadê bi hezar salan gelê kurd û hemû civakên amedî li dijî êrîşên dagirkeran parastibû lê vî carî heman kelehê dagirker li dijî şervanên kurd diparast.
Şêx Seîd Amedê dorpêç dike
Di 7’ê adara 1925 an de Şêx Saîd bi hêzên xwe yên leşkerî Amedê dorpêç dike. Di heman demê de ji bo piştgiriyê ji eşîr û pêşengên kurdan yên niştecihên Amedê re peyam dişîne. Heke gelê Amedê piştgiriya serhildêran bike dê serkeftin û bidestxistina Amedê gelek hêsan be.
Li gorî plansaziyê dê di 7’ê adarê de piştî nîvê şevê saet di 02: 00 de ji çar deriyên kelheyê ve êrîşan destpêbikira. Piştî daketina nav bajêr dê di nav bajêr de ev hêz bigihiştina hevûdu û dê bajêr bihata zeftkirin. Li gorî wê plansaziyê hêzên leşkerî hatin dabeşkirin û bi cih kirin. Hêzên leşkeriyên Şêx Seîd bê pergal, bê perwerde û bê dsiplîn bûn. Ew bê dsiplîniya wan bû sedem ku 6 saet beriya plansaziyê dest bi êrîşan bikin. Liv û tevgera wan a bê disiplîn her tim kêrê dijminan dihat. Êrîşên wanên bê dsiplîn yên wê şevê jî kêrî dijminê wan hat. Ji êrîşa plansazkirî agahdar bûn û tetbîrên xwe girtin. Biryara qedexekirina derketina kolanan hate dayin. Bi wî biryarî pêşî li piştgirî û alîkariya gel a ji bo serhildêran hate girtin.
Ji ber tedbîrên dewletê plansaziya êrîşa nîvê şevê û zeftkirina bajêr serûbino bibû. Di êrîşên li ser çar deriyan de tenê li deriyê merdinê ji gelê Amedê hinek alîkarî hatibû û bi saya wê alîkariyê di wê derîyê re nêzikê 150 serhildêr karîn bikevin hundirê bajêr. Jiber ku hêjmara wan gelek hindikbûn nekarîn li hemberî hêzên Mursel Paşa yê ku parastina bajêr dikir zêde li berxwe bidin. Piraniya aehildêran hatin kuştin. Tenê nêzikê 30 kesî karî xwe xelas bike.
Di wê plansaziyê de şervanên Şêx Seîd biserneketin. Lê dest ji dorpêçkirina bajêr bernedan. Li derûdora bajêr bicih bûn. Fermndarê leşkerî yê Amedê Mursel Paşa jî vala nesekinî. Kurdên li derveyê bajêr dan ber topan. Di heman demê de ji bo reşkirina serhildêran dest bi lîstik û polîtîkayên xwe yên kirêt ên hezar salan kir. Cil û bergên şervanên Şêx Saîd li leşkerê xwe kir û di nav bajêr de dest dirêjî ya zayendî, xespkarî, talankerî û hwd. kiryarên herî kirêt bi destê wan da kirin. Û bi gote gotan di nav gelde belav kir ku yên ku wan kiryaran dikin şervanên Şêx Seîd ên ku ketin nav bajêr in.
Bi wan rêbazan dixwest baweriya gel a li hember serhildêran bişikîne gel û serhildêran ji hevûdu dûr bixine û piştgiriya gel asteng bik e. (Heman rêbaz û plansaziyên kirêt di pêvajoya berxedana Tevgera Azadiyê de jî hatin bikaranîn û nihajî tên bikaranîn. Gelek caran cil û bergên gerîla li leşker û çeteyên xwe dikirin û ser navê gerîla kiryarên herî bêexlaq û hovane dikirin). Dema ku Şêx Seîd bi wan lîstikên kirêt dihese dixwaze bi gel bide fêmkirin yên ku wan kirinan dikin ne şervanên wî ne. Ji bo wê jî biryara rakirina dorpêçê û paşve vekişînê dide. Bê dîsiplîna şervanan serkeftin asteng kiribû. Neserketinê jî ji bo lîstikên kirêt dem afirandibû. Ji bo bêencam hiştina lîstikên kirêt Şêx Seîd neçar ma ku hêzên xwe yên leşkerî paşve vekişîne navçeya Hêne… (Dê bidome)