Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gelek herêmên girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever, Çelê û Rêbarokê ji bo 15 rojan qedexe hatiye îlankirin
Walîtiya Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ li 5 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê qedexeya ketin û derketinê ragihand.
Walîtiya Colemêrgê têkildarî sedema qedexekirinê daxuyaniyê û ev tişt gotin: “Di çarçoveya xala 32/A ya Qanûna Jimar 2565 a Herêmên Qedexekirî yên Leşkerî û Herêmên Ewlehiyê de, ji 1’ê tîrmehê heta 15’e t3ırmehê gelek herêmên li ser sînorên navenda bajar û navçeyên wê yên Gever, Çelê û Rûbarokê ‘Heêmên Ewlehiya Taybet’ hatiye ragihandin. Qedexeya ku hemwelatiyên me bêyî ku destûr bigirin bikevin van herêman.” COLEMÊRG