Di Waar Tv’yê girêdayî Nêçîrvan Barzanî de di bernameyekê de ji eşîra Rêkaniyê re gotin ‘çete’. Rêkaniyan girtin ser televîzyonê.
Di Waar Tv’yê girêdayî Nêçîrvan Barzanî ku navenda wê li Duhokê ye duh êvarî di bernameya ku pêşkêşvaniya wê Adil Hesen dikir de ji eşîra Rêkaniyan re gotin ‘çete’. Li ser wê peyvê komeke ji eşîra Rêkaniyan nerazîbûn nîşan dan.
Endamên eşîrê girtin ser navenda televîzyonê û xwestin ji eşîrê lêborîn were xwestin. Piştî ku li ber navenda Waar TV nerazîbûn zêde bûn polîsan mudaxeleyî endamên eşîrê kirin. HEWLÊR