Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Di 6 mehan de li 41 rojnamegeran 119 sal û 3 meh ceza birîn

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 6 mehên ewil a 2019’an bi raya giştî re parve kir. ÎRA di raporê de diyar kir ku 154 rojnameger girtî ne û di 6 mehên ewil de li 41 rojnamegeran  bi giştî 119 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), “Rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 6 mehên ewil a 2019’an” amade kir û bi raya giştî re parve kir. ÎRA diyar kir ku di 6 mehên li pey xwe hişt de dîsa rojnamegerên hewl dan erka “mafê agahdarkirinê, ronîkirin û agahdayînê” bi cih bînin, rastî tundî û binpêkirina mafan hatin û wiha cih da raporê: “Rojnamegerên ku bi agahdarkirin û agahdayina civakê ya ji geşedan û rûdanan erkdar in di vê pêvajoyê de rastî şertên dijwar hatin. Di bin şert û mercên herî dijwar û di bin tundiyê de hewl dan erka xwe pêk bînin.  Îktîdara siyasî, bi feraseta sîstem/rejimê medya yek tîp ava kir. Îktîdarê hewl da ku hemû medya li welat têxe bin destê xwe û bi xwe ve girê bide. Xwest zimanê medya xizmeta berberî û perçekirina civakê bike û yê din ava bike. Di hilbijartina rêveberiya herêmî de xwest bi rêya medya ser rastiyan bigire û rastiyan berovajî bike. Lê dîsa di hilbijartina 31’ê adarê û 23’ê hezîranê de di sindoqan de gel bersîv da vê yekê.”

ÎRA, da zanîn ku tevî hemû agahiyên şaş û derew ku bi rêya medya hatin pêşkêşkirin jî rojnamegerên dijberî medya îktîdarê yên li pey şopa rastiyan bûn; bûn deng, guh û çavê civakê û di 6 mehan de bi biryardarî gotin “Rojnamegerî ne sûc e” û heqîqet parastin. ÎRA anî ziman ku çapemeniya muxalif a azad ku di bin sîya çekan û şerê ku herêm xistiye kontrola xwe bê sekn û rawestan “barê heqîqetê” danî ser milê xwe û rastî ronî kirin û wiha got: “Hişmendiya ku welat kiriye girtîgeha rojnamegeran û goristana rojname, ajans, televizyon û radyoyan, salonên edliyê jî kiriye cihê darizandina rojnamegeran, cerek din rastiya wê derket holê. Yên li hemberî vê hişmendiya zordar bi ser ketin dîsa rojnameger in. Yên têk çûn kesên rojnamegeran dadirizînin û ceza dikin in.  Dem dema ku rojnameger bi wêrekî û cesaert bêtir bi ser rastiyan ve biçin û ronî bikin e. Wekî duh emê îro û sibê jî bi biryar û rêxistinî pîşeya xwe biparêzin û li dijî tundî û êrîşên li ser nûçe, nasnameya xwe têbikoşin. Em ê hemû hewldanên tundiyê pûç bikin û rastiyan bêtir ronî bikin. Em ê her dem Çapemeniya Azad, nûçe û rojnamegeriyê li her derê biparêzin.  Em ê destûr nedin ku rojnamegerî bibe sûc. Rojnamegerî ne sûc e. Em dixwazin binçavkirin, girtin û lêpirsîna der barê Rojnaemgeran bi dawî bibe. Ji nûçe, rojnamegerî û çapemeniyê re azadî. Ji 154 rojnamegerên girtî û li hucereyan tê girtin re azadî.”

ÎRA rapora “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a 6 mehan” a li Tirkiye wiha aşkere kir:

* 154 rojnameger girtî ne.

* 34 rojnameger hatin binçavkirin.

* 11 rojnameger hatin girtin.

* 29 rojnameger rastî lêpirsînê hatin.

* 8 rojnameger doz li wan hatin vekirin.

* 287 rojnameger hatin darizandin.

* 41 rojnameger bi gişti rastî 119 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin.

* 22 rojnameger hatin berdan.

* 2 rojnameger hatin dersînorkirin.

* 1 saziya çapemeniyê rastî serdegirtinê hat. ”  AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar