PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Dewleta tirk xwezaya Kurdistanê wêran dike

Hêzên artêşa tirk li Xakûrkê û herêmên din ên başûrê Kurdistanê li hêlekê sivîlan û li hêla din jî xwezaya wê qir dike. Artêşa tirk ku li Xakûrkê bi bombebaranê gelek zindî qetil kirin û agir berda daristanan, li gundê Bêdohê yê Kanîmasiyê jî agir berda bîstan û daristanên şêniyên herêmê

Artêşa tirk li başûrê Kurdistanê li hêlekî sivîlan qetil dike û li hêla din jî xwezaya herêmê wêran dike. Ji ber bombebaran û topbarana artêşa tirk heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûne. Di heman demê de bi hezaran cureyên sewalan bi zindî hatin şewitandin, bi hezaran dar hatin şewitandin û zirarekî mezin gihîşt mal û milkê gelê herêmê.

Bi taybetî jî li ser Xakûrkê ku başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê bihevre girê dide, êrîşên sîstematîk hene. Dewleta tirk bi balefirên F-16, helîkopter, obus û hewanan geliyê Şêxzade, geliyê Lolanê, çiyayê Şekîfê, girê Lêlikanê û gelek cihan bombebaran dike. Li Xakûrkê riwekên endemîk û gelek sewal jî ji ber bombebaranê tên qetilkirin. Dar, av, riwek, mar û gelek zindî tên qirkirin.

‘Sewalên me jî rastî qirkirinê tên’

Têkildarî mijarê gerîlayê HPG’ê Rojhat Torî ji ANF’ê re axivî. Torî di serî de marekî ku di bombebarana artêşa tirk de parçebûyî nîşan dide û wiha dibêje: “Em weke çavê xwe li xwezaya Kurdistanê dinihêrin. Lê hêzên dagirker ên tirk qadê bombebaran dikin. Li ser navê kurd û kurdbûnê çi hebe, artêşa tirk wan hedef digire. Kurdistan bi sedan sal in, tê wêrankirin. Sewalên me jî rastî qirkirinê tên. Gerîlayên azadiyê heta dawiyê ax, av, xwezaya me ji van êrîşan diparêzin. A niha berxwedaneke mezin a dîrokî heye. Artêşa tirk piştî Efrînê, niha jî dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike. Dema vê dikin jî, xwezayê qir dikin. Dema nikarin bi gerîlayan, êrîşî xwezayê dikin û dixwazin li herêmê mirov nemînin.”

Bîstan û daristanên gundiyan şewitandin

Li hêla din jî artêşa tirk zeviyên gundê Bêdohê ya Kanîmasiyê şewitandin. Artêşa tirk ku çiyayên gund dagir kirin, bi topên agir zevî û daristanên herêmê hedef girtin. Ji ber topbaranê agir bi zevî, bîstan û daristanên gund ket. Her wiha artêşa tirk ketina gundên li ser sînorên başûr û bakurê Kurdistanê qedexe kiriye. Kesên diçin van herêman jî ji bûyerên tên qewimîn berpirs tên dîtin. Gundiyên gundê Mîkdadayê jî ji bo ku biçin gundê xwe destûrê ji PDK’ê dixwazin. Her wiha gundên Sipîndarê, Kirî, Bêdoh, Berojê Kanîmasî û Dêrîşkê jî hatine qedexekirin û şênî nikarin biçin gundên xwe.

Dîsa artêşa tirk bi balafiran çek û cebilxane ji bo leşkerên li herêmê datînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar