HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Gabarê li dijî leşkerên tirk çalakiyek pêk anîne û di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 3 wesayîtên leşkerî jî derb xwarine
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Gabarê li dijî artêşa tirk çalaki pêk aniye.
HPG’ê diyar kir k udi çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li Botanê dewam dike de hêzên wan di 30’ê hezîranê saet 12.00’an de li dijî leşkerên tirk ên li Qereqola Girê Cotyar a li devera Gabara Şirnexê çalakiyek pêk anîne û ev agahî parve kir: “Di vê çalakiya bi xurtî li leşkerên tirk hate xistin de, 3 wesayîtên leşkerî hatin derbkirin, leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Roja 24’ê hezîranê artêşa TC di saetên şevê de li devera gundê Şelê ya girêdayî navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonekê kiribû. Di encama êrîşên hewayî ya di çarçoveya operasyonê de 2 hevrêyên me şehîd bûne. Wê piştre agahiyên berfireh ên têkildarî hevrêyên me bi raya giştî re bê parvekirin. Her wiha roja 30’ê hezîranê balafirên şer ên TC di saetên şevê de devera Kartal a girêdayî Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê ya Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de tu ziyan bi hêzên me nebûye.” BEHDÎNAN