Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Olûç: Pêdiviyek bi guherandina Destûra Bingehîn heye

Wekîlê Hevserokên Koma HDP’ê Sarûhan Olûç derbarê mijarên di rojevê de daxuyanî da û wiha got: “Ji revîzyonê wêdetir, di Destûra Bingehîn de pêdivî bi guherandineke mezin heye.”

Wekîlê Hevserokên Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclisê derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Olûç da zanîn ku Destûra Bingehîn a niha, ji derbeya leşkerî ya di sala 1980’an maye û destnîşan kir ku pêwîstiyek lezgîn bi guherînê ve heye. Olûç bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Pêdiviya civakê bi destûra bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û wekhevîyê heye. Divê vê Destûra Bingehîn were guherandin. Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Tûran ji bo destûra bingehîn got ku ‘Pêdivî bi revîzyonê heye.’ Ez jî dibêjim ku ji revîzyonê zêdetir, pêdivî bi guherandinekê heye. Nîqaşa li ser Destûra Bingehîn bûye pêdiviyek. Divê ev nîqaş jî bi ferasetên demokratîk, azadîxwaz û wekheviyê were kirin.”

Krîza aborî

Olûç bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Enflasyon bûye ji sedî 20, rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 15. Di sê mehên pêşîn ên sala 2019’an de 2,6 biçûkbûn pêk hatiye. Ev çar car in ku biçûkbûn pêk tê. Di 3 salên dawîn de 40 milyar dolar deyn zêde bûye û bûye 453 milyar dolar. Ango welat ketiye bin deynan. Bi vê polîtîkaya ekonomiyê de em hemû dikevin bin deynan.”

Krîza S-400

Olûç mijara S-400 jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Li gorî me krîza li ser S-400 neqediyaye. Helwesta Meclîsa Nûneran a Amerîkayê jî girîng e. Ev alozî wê bidome. Me berê jî got li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye û luksa Tirkiyeyê tuneye ku hemû budçeya xwe bide ji bo çekan. Meseleyên wekî S-400 û F 35 ji bo me gelekî girîng e. Dema mirov li krîza aborî a îro binihêre, herdu jî şaş in. Divê ev biryarên şaş neyên dayîn.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar