Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Trump dîsa gef li Îranê xwar

Qesra Spî gef li Îranê xwar ku wê ti carî nehêlin Îran çeka nukleerî biafirîne. Donald Trump jî got, ‘Îran bi agir dilîze’.

Li dijî biryara Îranê ya ji bo zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî Qesra Spî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “DYA wê ti carî destûrê nede ku Îran çeka nukleerî biafirîne.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ‘şaşitî’ bû ku di peymana nukleerê ya sala 2015’an de destûr ji Îranê re hate dayin ku bi rêjeyeke kêm jî be ûranyûmê dewlemend bike. Di daxuyaniya Qesra Spî de hate gotin, “Rêjeya xwe çi dibe bila bibe şaşitî bû ku destûr ji Îranê re hate dayin ku ûranyûmê dewlemend bike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, zexta DYA ya li dijî rêveberiya Tehranê wê di asta ‘herî bilind’ de bidome. Piştî daxuyaniya Qesra Spî Serokê DYA’yê Donald Trump jî daxuyaniyeke tund weşand. Trump der barê zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî got, “Îran bi agir dilîze.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf bi gotina, “Îran ji sînorê 300 kîloyî derbas bû” ragihand ku ew ji sînorê kêm ê ûranyûma dewlemendkirî derbas bûne. WASHINGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar