Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Di neynika wêjeyê de kurd û almanî

Di nav kurdên ku bi zimanekî din dinivîsin de herî naskirî Yaşar Kemal e. Heta niha tenê bi rêya Unionsverlag ku li Zurichê ye, 19 kitêbên wî bi almanî çap bûne. Dîsa du romanên Selîm Berekat ku di nav ereban de nivîskarekî naskirî ye, bi almanî li Almanyayê çap bûne

Oryantalîstên fena Peter Lerch, Hugo Makas, Martin Hartmann di xebatên xwe de li gel elmaniya wan cih didin çîrok, lawik û hin xeberdanên kurdî, ger mirov pêwendiya almanî û kurdî bifikire, dikare ji bo wan bêje wergerên ewil a di navbera her du zimanan de ne.

Bes Martin Hartmann sala 1904’an hin beşên Dîwan’a Melayê Cizîrî wergerand elmanî û li Berlînê ew çap kir. Ew pirtûka hanê di biwara têkiliya wergêrî ya elmanî û kurdî de xebata pêşîn a cidî û girîng e. Sala 1935’an Kamiran Âlî Bedirxan li gel hevalê xwe yî ji zanîngeha Leipzigê, Curt Wunderlich helbestên almanî lê kir û li Berlînê ew bi navê ‘Der Schnee des Lichtes’ çap kir. Digel ku helbestên wî bi almanî jî bûn, Kamiran Âlî Bedirxan ew wekî “şiîrên kurdî” pênase dikir.

Dîsa Kamiran Âlî li gel Herbert Oertel sala 1937’an romana “Der Adler von Kurdistan” li Postdamê weşand. Piştî salên bêdeng ên ji alî kurdan salên 1960’î gelek gêncên kurd ji bo xwendinê tên Elmanyayê û li wir Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ava dikin. Xebatên wan her çiqas ji bo darîçavbûn û xuyabûna Kurdan gelek kêrhatî bin jî, di warê karê wergêriyê de berhemeke ku mirov qala wê bike li pey xwe nehiştine. Nexasim berî û piştî salên 1980’an ku li Tirkiyeyê derbeyeke eskerî çêbûbû û gelek kurd li Almanyayê sitirîn. Hingî mirov dikare bêje li Almanyayê û welatên almanîaxêver kurd ji bo wergerê zend û bendên xwe badane. Serqise weşanên Komkar sala 1987’an kitêbeke elmanî ya Cîgerxwîn çap dike ku xwediyê wergerê Gundî Dilberz e. Divê em vê jî bêjin, hingî wêjeya kurdî jî hê bi çarpûkî diçe jixwe zêde berhem jî nîne ji xeynî helbestan ku tercumeyî elmanî bikin. Heta sala 2010’an wergerên ji kurdî ber bi almanî ve bêhtir bûn, lê piştî sala 2010’an mirov bi rehetî dikare bêje ku berhemên ji almanî ber bi kurdî ve zêde û beloqtir bûn.

Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim, wêjeya zarokan ne di nav de behsa berhemên edebî yên fena roman, helbest, çîrok û hwd. bikim, her wiha ji xeynî wergerên kurdî û almanî, ez ê bi kurtasî behsa hin nivîskarên kurd bikim ku ji xeynî kurdî bi zimanekî din dinivîsin û bi awayeke têkiliya wan bi almanî re hene.

Kitêbên ji kurdî ber bi almanî ve

Bi şiklê nivîsandina almanan Bachtyar Ali û bi ya kurdan Bexiyar Elî ne tenê li Almanyayê, li welatên elmanîaxêver fena Swîsre û Awistiyar jî nivîskarekî naskirî ye. Bextiyar Elî piştî mayîna xwe ya 20 salan a li Almanyayê wergerên romanên xwe dîtin û hingî jî medyaya alman ji bo wî digot “Heta niha nivîskarekî welê çawa me nekarî wî kifş bikin” Esas bi qewlê Bextiyar Elî bersiva vê pirsê gelekî rehet bû: “Wergêrekî bikaribe vî karî bike tunebû” Heta niha sê romanên wî li almanî hatine wergerandin. Wergerên romanên wî yên almanî kir ku deriyê Ewropayê jî jê re vebe. Serqise romana wî “Der letzte Granatapfel” (Bi navê orîjînal: Dwahamin Hinari Dunya) bi fransî û Îtalî jî çap bûn bes ne ji kurdiya wê ji almanî ya wê hate wergerandin. Her wiha romaneke du nivîskarên qerase yên kurdî Mehmed Uzun û Helîm Yûsiv jî bi almanî çap bûne. Heta niha hin kitêbên kurdî yên bi wergera almanî çap bûne wiha ne:

* Bachtyar Ali, Der letzte Granatapfel, Wergera ji Kurdî: Ute Cantera-Lang û Rawezh Salim, Unionsverlag, 2016, Zürich

* Bachtyar Ali, Die Stadt der weißen Musiker, Wer. Peschawa Fatah û Hans-Ulrich Müller-Schwefe, Unionsverlag, 2017, Zürich

* Bachtyar Ali, Perwanas Abend, Wer. Ute Cantera-Lang û Rawezh Salim, Unionsverlag, 2019, Zürich

* Mehmed Uzun, Im Schatten der verlorenen Liebe, Wer. Husên Duzen û Andreas Grenda, Unionsverlag, 1998, Zürich

* Helîm Yûsiv, Der schwangere Mann, Wer. Heidi Karge, Weşanên Unrast , 2004,

* Mahmud Baksi, Dono, Wer. Barbara Sträuli, Weşanên Unrast , 1999,

* Musa Anter, Die schwarze Wunde – ein kurdisches Theaterstück, Wer. Yusuf Yesilöz û Erika Eichholzer, Weşanên Ararat , 1994

*Ehmedê Xanî, Mem u Zîn, Wer. Feryad Fazil Omer, Weşanên Institüt für Kurdische Studien Berlin, 2018, Berlin

* Şêrko Bêkes, Geheimnisse der Nacht pflücken, Wer. Renate Saljoghi Reingard û Shirwan Mirza, Unionsverlag, 2019, Zürich

* Abdulla Goran, Blutige Rose, Wer. Feryad Fazil Omer, Weşanên Institüt für Kurdische Studien Berlin, 2016, Berlin

* Zehn kurdische Erzähler, (Redwanê Ali, Sahinê B. Soreklî, M. Emin Bozarslan, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Mehmet Ali Kut, Kurdo Husen, Bavê Naze, Filit Totanî, Jemal Nebez), Wer. Husên Duzen ve Andreas Grenda, Weşanên Ararat, 1996

Bi minasebeta jidayikbûna 100 salî ya Cegerwîn Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) berhevekok belav kir ku di nav de wergera hin helbestên Cegerxwîn a Elmanî hebûn û xwediyê wergerê jî Lokan Turgut bû.

Dîsa li Awistiryayê kovara edebî Podium pêrar dosyeya “Tirkîye” çêkir ku dinav de helbesteke Rênas Jiyan, Rojen Barnas, Berken Bereh, Omer Dilsoz, Çiya Mazî û Arjen Arî bi almanî  hebûn û wergêra wan jî Îsabella Berîvan bû.

Li ser malpera helbestan lyrikline.org jî ku ji alî Hauses für Poesie Berlin tê birêvebirin, hin helbestên Mueyed Teyib, Kerîm Kurmanc, Tengezarê Marînî, Yıldız Çakar, Fatma Savci, Eskerê Boyik li gel wergerên wan ên elmanî hene.

Kurdên ku bi zimanekî din dinivîsin

Di nav kurdên ku bi zimanekî din dinivîsin de herî naskirî Yaşar Kemal e. Heta niha tenê bi rêya Unionsverlag ku li Zurichê ye, 19 kitêbên wî bi almanî çap bûne. Dîsa du romanên Selîm Berekat ku di nav ereban de nivîskarekî naskirî ye, bi almanî li Almanyayê çap bûne. Çend sal berê jî kurteçîrokên Nîroz Malek “Der Spaziergänger von Aleppo” ji erebî ber bi Elmanî ve hate wergerandin. Nîroz Malek Kurdekî Êzîdî ye û li Şamê dimîne. Kitêbeke şair Aref Hamza jî bi Elmanî bi navê “Du bist nicht allein” çap bû, ew jî ji kurdejî ji Hesekê ye û wan pêlên dawî wekî penaber li Almanyayê bi cih bûye.

Hin nivîskarên kurd ên tirkî dinivîsin û kitêbên wan bi almanî çap bûne ew in; Yavuz Ekîncî, Burhan Sonmez, Selahattin Demirtaş, Suzan Samanci, Yilmaz Erdogan, Haydar Işik, Murat Turk. Hin kitêbên Mahmud Baksî ku bi swedî nivisîne, li almanî hatine wergandin. Kitêba sînameger û nivîskarê kurd Huner Selim “Tivinga Bavê min” ku zimanê wê orîjînal fransî ye û heta niha li gelek zimanan hatiye wergerandin sala 2004 bi almanî jî bi navê  ‘Das Gewehr meines Vaters: Eine Kindheit in Kurdistan’ derket.

Zimanê penaberiyê: Almanî

Nivîskarên bi vî rengî piranî piştî salên 80 û 90’î an ji bo xwendinê an jî wekî penaber hatine Almanyayê. Gelek ji wan li gel kurdî an zimanekî din bi almanî jî dinivîsin. Her çiqas nivîs û berhemên wan ên Elmanî zêde neyên naskirîn jî li bajarên ku lê ne, xwendevanên wan hene. Hin ji wan kesan: Haydar Işik, Yunus Behram, Nezif Telek, Sharam Qawami, Hasan Dewran, Hussein Habasc, Hussein Ezadi, Tengezarê Marînî, Feryad Fazil Omer.

Kurdên ku almanî dinivîsin

Di nava wan de yê herî eyan Sherko Fetah e ku bavê wî kurdê Başûr e. Li Almanyayê gelek xelatên wêjeyî wergirt û romanake wî bi kurdî jî çap bû. Akedemîsyen Prof. Dr. Îlhan Kizilhan jî pêrar bi romaneke almanî “Das Lied der endlosen Trockenheit: Ein Roman aus den kurdischen Bergen” xwe berda nav meydana wêjeyê. Karosh Taha jî ji Duhokê û nivîskareke ciwan e. Romana wê “Beschreibung einer Krabbenwanderung” di nav xwendevanên Elmanî de deng veda, heta çendek berê bi vê romana xwe Xelata Hohenems a Wêjeyê wergirt ku ew xelat ji bo nivîskarên ku zimanê wan dayikê ne almanî ye û almanî dinivîsin  tê dayîn. Her wiha Ronya Othmann jî keça bavekî kurd û êzidî ye û helbestên wê di kovar û antolojiyên cuda de weşiyane. Çend roj berê jî ew di 43´yemîn Rojên Wêjeya bi Elmanî li Klagenfurtê de hêjayî Xelata Xwîneran hat dîtin.

Wergerên ji almanî ber bi kurdî ve

Nexasim çend salên dawî karê wergeriya ji almanî ber bi kurdî ve geş bû. Jixwe çîrokeke wê ya dûr û kûr tuneye hê teze dikemile. Di wir de berhemên ku em behs dikin kurmancî û Kirmanckî ne. Hin ji wan ku çend salên dawî çap bûne ew in:

*Franz Kafka, Bedelîyayîş, Wergera ji almanî bo kirmanckî: Dr. Jêhatî Zengelan, Weşanên Vate, 2014, Stenbol

*Franz Kafka, Veguherîn,  Wergera Ji Elmanî ber bo Kurmancî: Fatih Aydın, Weşanên Lîs, 2010, Amed

*Franz Kafka, Koloniya Tawanê,  Wer. Fatih Aydın, Weşanên Lîs , 2016, Amed

* Sherko Fetah, Li Welatê Sînoran, Wer. Husên Duzen, Weşanên Ayrıntı, 2015, Stenbol

*Joseph Roth, HÎOB: Romana Zilamekî Asayî,

Wer. Husên Duzen, Weşanên Rûpel, 2017, Stenbol

*Stefan Zweig, Kişik, Wer. Salih Badilî, Weşanên Lîs, 2012, Amed

* Heinrich Heine, Helbestên Bijarte, Wer. Hussein Habasch, Weşanên Hogir, 2001, Bonn

* Erich Fried, Helbestên Rengîn, Wer. Tengezarê Marînî, Weşanên Êkitiya Nivîskarên Kurd-Duhok , 2006, Duhok.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar