Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di koma HDP’ê ya meclisê de bang li hemû rêxistinên civakî, partiyên siyasî, jin, ciwan, karker, kedkar û hemû beşên civakê kir û xwest li dijî kedxwarî, şer, faşîzmê bi hevre Peymana Civakî û Makeqanûna Demokratîk ava bikin. Temellî bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Ji bo Ocalan karibe rola xwe bilîze divê bi temamî derî vebe û karibe bi her kesî re hevdîtinan bike.”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna Koma HDP’ê ya li Meclisê de axivî û geşedanên dawî nirxand. Temellî ewil bal kişand ser komkujiya Madimakê ya Sêwasê û komkujî şermezar kir. Temelllî anî ziman ku feraseta komkujiya Sêwasê hêj didome û xwest her kes li dijî van komkujiyan têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin.
Temellî, bertek nîşanî serdegirtina mala Endama Meclisa Şaredariyê ya Serêkaniyê û binçavkirinê da û wiha got: “Li Pirsusê 17 kesan malbata Şenyaşar qetil kir. Li Sîweregê ji malbatekê 4 kes kuştin. Lê hêj kesek nehatiye binçavkirin. Li aliyê din li Serêkaniyê bi ser malbata Endama Meclisa Şaredariyê de digire û mirov binçav kirin. Hêj hesabê Komkujiya Pirsûsê nehatiye pirsîn. Ev îktidar îktîdara zilmê û tundiyê ye. Feraseta gel dixe bin cendereya zilmê ye. Em ê li dijî vê ferasetê têkoşîna demokrasiyê xurt û mezin bikin.”
Polîtîkaya bê mirovhiştinê dimeşînin
Temellî, bal kişand ser êrîşên li hundir û dervê sînor û wiha lê zêde kir: “Êrîş tenê ne li Serêkaniyê ne. Tenê ne li hundir in. Li devre jî didome. Operasyonên dervê sînor jî hene. Li êrîşa ku li Xakurkê û Kortekê pêk hat binerin. Dîsa li Korketê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn. Operasyonên dervê sînor mirovan ji cih û warên wan dikin. Ji Efrînê dest pê kirin, niha li Xakurkê berdewam dikin. Polîtîkayên bê mirovhiştinê bûne polîtîkaya sereke. Operasyona li Efrînê jî û Operasyona li Xakurkê jî li dijî yekîtiya axê ye. Divê hûn hurmetê ji yekîtiya axê re bigirin.”
‘Bila hevdîtinên bi Ocalan re bidomin’
Temellî, bal kişand ser ziyareta Erdogan a Zîrveya G-20’an û destnîşan kir ku hevdîtin li ser feraseta qirêj didome û wiha lê zêde kir: “Dibêjin kurd û tirk nabin yek. Em ê nîşan bidin ku kurd û tirk wê bi hevre bijîn û bi hevre aştiyê ava bikin. Li Idlibê şer didome. Ji ber ku ev îktîdar li ser bêçareseriyê xwe ava dike. Sedema tecrîda mutlak jî ev yek e. Li zindanan ji bo rê li pêş aştî û demokrasiyê gavek girîng hat avêtin. Lê ev yek têr nake. Piştî gelê Tirkiye bi Îmraliyê re hat cem hev, divê deriyê Îmraliyê negirin. Em dibêjin bila hevdîtina bi Ocalan re bidome. Bila tenê bi parêzeran re bi sînor nemîne. Dest ji vê dijminandiyê berdin. Dest ji hesabê li ser Sûriye û Iraqê berdin. Dest ji vê feraseta Osmanî berdin. Bê bîra we demekê zarokên bi hêrs hebûn. Kesê got ‘Ezê bi wan re biçim li Şamê nimêj bikim’ Hebû. Wê rojê gotiye ‘Ez ê 3 rojan bêdemg bim’ Em jî dibêjin tu her dem bêdeng be.”
‘Ev hikumet a zemê û krîzê ye’
Temellî, bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên aboriyê û wiha got: “Niha qala eyarên fabrîqeyan dikin. Vegerin eyarên fabrîqeyan wê çi bibe. Vana biçin bazara kêçan, bazar jî wan qebûl nekin. Divê em bi hevre siyasetek nû ava bikin. Niha serê sibê em rabûn lîtreya benzînê 7 tl derbas kir. Şekir, xaza xwezayî, çay û her tişt buha bû. Ev hikumeta zemê ye. Fatûra hemû krîzê li ser pişta gel bar dikin. Kedê dixwin û xwezayê talan dikin. Talankirina hem dîrok, hem jî xweza li Heskîfê li pêş çavan e. Kedxwarî li înşaetan li pêş çavan e. Valahiya Butçeyê 80 milyar dolar e. Dixwazin bi ava kişandinê aş bigerînin. Bi ava kişandinê aş nazîvire. Polîtîka derve û polîtîka aborî tune. Li G-20 bên cem hev jî di G-20’an de di rêza 20’an de ye. Salek din G-20 jî wan qebûl nake. Gelê cîhanê, Gelê Rojhilata Navîn û Gelê Fîlîstînê tev mexdûr e. Sedema vana tevan G-20 e.”
‘Em ê li dijî faşîzmê aştî û demokrasiyê bi rêxistin bikin’
Temellî, bal kişand ser hilbijartina Stenbolê û tifaqa demokrasiyê û wiha berdewam kir: “Di hilbijartina Stenbolê de em bûn Şirnex, Mûş. We hevîya siyaseta Tirkiye bêtir mezin kir. Dem dema siyaseta nû ye. We rêya vê siyaseta nû li Stenbolê vekir. Li bajarê kedê we bi hev rê vekir. Li Stenbolê bi kedkaran re we îtîrazek mezin bi rêxistin kir. Dîsa bi îtîraza jinan li dijî zilm û tundiya li hemberî jinê we ev îtîraz bi rêxistin kir. Ji bo li dijî faşîzmê, em ê aştiyê bi rêxistin bikin. Niha rêya nû vebûye. Dema me tifaqa demokrasiyê anî ziman me bang li hemû gelê Tirkiye kir. Bi pergala Serokomariyê Tirkiye bi rêve nameşe. Bi vê krîzê bi vê pergalê rê nameşe. Ji ber vê yekê divê rêyek nû bê vekirin. Ev mekaqanûn, makeqanûna 12’ê ÎLonê û contayê ye. Ev makeqanûn ne ya jin, ciwan kedkar û civakê ye. Ev makeqanûn ya 5 generalên ku li hev kom bûne ye. Bi vê makeqanûnê Tirkiye nameşe. Bi vê yekê dînamît xistine bin Tirikye. Îro daraz ne serbixwe ye. Îro aborî têk çûye. Îro tu tişt bi rêve nabe. Sedema vê yekê rejîma yek zilamî ye. Rejîma yek zilamî têkçûn e. Wekî xwe xwe ji Balafirê bê Paraşût bavêjin ser serî diçin. Nelirêtî xizanî feqîrî her ku diçe mezin dibe. Divê em bi hevre çareyê ji vê yekê re bibînin.”
‘Werin em bi hevre li dora peymana civakî bibin yek’
Temellî, herî dawî bang li hemû beşên civakê kir ku li dora peymana civakî bibin yek û wiha bi dawî kir: “Werin em bi hev re gavên nû bavêjin. Divê em hesabê hemû paşerojê bikin. Divê em xwe ji pêşdarazan rizgar bikin. Em wekî HDP’ê bang li hemû partiyên siyasî, jin, ciwan, karker û kedkaran dikin ku em bi hevre li dijî faşîzmê muzakereya têkoşînê mezin bikin. Werin em bi hevre Peymana Civakî yanî Makeqanûna Civakî em bên cem hev û rêya demokrasiyê vekin. Werin em li ser navê demokrasî û aştiyê bi hevre gavan bavêjin. Em ranewestin ku hin kes li ser navê me qanûna nû avabikin. Werin em kesên xwedî vîna li welatê hevpar bijîn vê peymana civakî ava bikin. Ger ku me li dora peymana civakî kom nebin wê demê wê xizanî û nelirêtî bibin qedera me. Ger ku em vê yekê bi ser bikevin wê demê em ê karibin li pêşeroja zarokên xwe xwedî derkevin. Makeqanûna nû divê rê li pêş jiyana mû veke. Divê di vê qanûna nû de jin, ciwan, gel, kedkar û hemû reng hebin. Divê feraseta jiyana civakî bihûne hebe. Ger ku em gavek wisa bavêjin wê bandorê li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê jî veke. Bes e em ji polîtîkayên şer xwe rizgar bikin.” ENQERE