Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Rewşenbîrên Başûr îmzeyên li dijî dagirkeriyê radestî parlamentoya Iraqê kirin

Rewşenbîrên başûrê Kurdistanê demek berê li dijî dagirkeriyê, kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Di encama kampanyayê de 891 îmze hatin komkirin. Rewşenbîran îmzeyên ku kom kirin radestî ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kir

Komeke ku ji rewşenbîrên başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî û Şoreş Xidir jî hebûn, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, di 20’ê hezîranê de bi rêya înternet û telefonê kampanyayek dabûn destpêkirin. Kampanya îro bi dawî û bi giştî 891 îmze hatin komkirin.

Endamên kampanyaya li dijî dagirkeriyê bi daxwaznameyekê hemû îmzeyên ku hatine komkirin, radestî ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyeyê kirin. Her wiha 52 parlamenterên ji franksiyonên cuda yên di nava parlamentoya Iraqê de jî piştgirî dan  kampanyayê.

‘Êrîşa dewleta tirk bi niyeteke xerabe’

Rewşenbîran têkildarî kampanyayê ji bo raya giştî ya cîhanê re daxuyaniyek parve kir û ev tişt destnîşan kirin: “Her kes dizane ku dewleta tirk gelek caran bi hinceta gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşî xaka Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye. Ev ne cara yekeme bi wê hincetê êrîş dikin. Lê êrîşa vê carê niyeteke xirab û metirsîdar nîşan dide. Ev êrîş ziyanê digihîne çavkaniya jiyan û karê hezaran welatiyên li wan herêman. Jîngeh û xwezaya wan herêman ziyaneke mezin dîtiye. Ya cihê nerazîbûnê, mezinbûna êrîşê ye. Çekên giran tînin û baregehên leşkerî tên avakirin. Tevî ku biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo derxistina leşkerên tirk heye û 500 hezar îmzeyên xelkê di dema xwede radestî parlamentoyê hatiye kirin jî, bêdengiyek heye. Ev bêdengî hem li ser asta navxweyî, herêm, Iraq û li ser asta navneteweyî tê dîtin. Ev jî alîkariya êrîşa dagirkeran dike.”

Ji bo raya giştî çend xal destnîşan kirin

Di daxuyaniyê de ji bo ku raya giştî ya cîhanê li ser dagirkeriyê bi baldar be ev xal ragihandin:

“* Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê, binpêkirina qanûna navneteweyî û destdirêjiya ser xaka herêm û Iraqê ye. Berevajî hemû qanûnên navneteweyî û prensîbên cîrantiya başin. Ev êrîş û dagirkerî li ser xaka welateke din tên kirin.

*Ev êrîş êrîşek dagirkerane ya li ser hemû xaka herêma Kurdistanê ye û em bi tundî şermezar dikin. Li gorî me ev metirsiyeke cidî li ser aramiya siyasî ya herêma Kurdistanê çêdike. Hebûna baregehên mezin û welatek biyanî, metirsiyeke mezin ji bo niha û pêşeroja herêmê çêdike.

*Divê rêveberiyên siyasî yên herêmê, yên Iraq, civaka navneteweyî û partî, kesayetên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, mirovên azadîxwaz û hemû civak ji bo bidawîkirina dagirkerî û erîşên dewleta tirk ên nerewa ku dibin sedema qurbaniyên mezin, wêranbûna xak û aboriya welat, dengê xwe derbixin û bi erka xwe rabin.

* Dewleta tirk ji bilî êrîş û dagirkeriya leşkerî, tundî û tujiyê jî dike. Divê deriyê çareseriyê ji bo pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê vebe û bi awayeke aştiyane pirsgirêka kurd çareser bike. Tenê ev rê ximzetê ji bo aştî û biratiya gelan dike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar