HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên HPG/YJA Starê li Xakûrkê û Colemêrgê çalakiyên sekvaniyê li dar xistine. HPG’ê da zanîn ku di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Xakûrkê çalakiyên sûîqestê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di 3’yê tîrmehê ango îro saet di 00:10’an de li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa tirk ên li herêma Xakûrkê, çalakiyeke sekvaniyê pêk anîne û leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan ên YJA Starê jî di çarçoveya heman pêngavê de, di 2’yê tîrmehê saet di 18:00’an de li dijî leşkerên artêşa tirk ên li Devera Qesranê ya dikeve di navbera navçeya Çelê û Colemêrgê de çalakiyeke sekvaniyê pêk anîne. HPG’ê da zanîn ku di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Balafirên şer ên artêşa tirk di 2’yê tîrmehê saet derdora 13:30’an de li gel Tepê Amêdiyê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê, devera Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bombebaran kiriye. Di vê bombebaranê de ziyan negihiştiye hêzên me.” BEHDÎNAN