Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Hikûmeta Iraqê hewl dide Kerkûkê ji kurdan vala bike

Artêşa Iraqê zextê li 280 malên kurdan ên li taxa Aferey a Kerkûkê dike ku ji malên xwe derbikevin. Welatiyên ji vê herêmê diyar kirin ku gelek caran rastî êrîşê tên û tu hêzên kurd jî li wan xwedî dernakevin

Hêzên Iraqê li taxa Aferey a Kerkûkê hefteyek dem dabû 280 malên kurdan ku li ser zeviyên kompanyaya petrola Bakur in vala bikin. Îro li Kerkûkê çalakiyekî protestokirinê hate lidarxistin.

Tabûra 61’an a girêdayî serokwezîr êrîşî gel kirin û diyar kirin ku ger ji malên xwe dernekevin dê xaniyên wan birûxînin. Ev mal, ên kurdan ku di dema serdema Baasê de koçber bûn û piştî hilweşandina rejîma Sedam Hûseyîn vegeriyan Kerkûkê û ev 18 sal in li vê herêmê ne. Lê piştî 16’ê cotmehê (radestkirina nîvê xaka başûrê Kurdistanê) hêzên Iraqê gelek caran êrîşî malên kurdan kirin û hewl didin ku kurd malên xwe biterikînin.

Der barê mijarê de welatiyên li vê herêmê ji ANF’ê bi Ehmed Kerkûkî re axivîn. Welatiyê bi navê Hawkar Ebdullah anî ziman ku ji bo derxistina wan di nava mehekê de 3-4 caran hatine û wiha domand: “Malên ereb û tirkmenan cîranên me ne, lê hewl didin tenê kurdan derxînin û êrîşî jin û kesên bi temen dikin. Ji van 280’î malan 250’î mal pêşmerge ne û 18 şehîdên wan hene û gelek kêmendamên wan hene. Van hêzan êrîşî malekê kirin ku jinekî bi temen û zilamê wê temenê wî nêzî 80’î sal e û xwedî çend şehîdan e. Em dikarin xwe biparêzin û şer bikin lê em naxwazin şer û fitne li vî bajarî derbikeve.”

‘Tu hêz li me xwedî dernakevin’

Welatiyê bi navê Omer Hesen (73) ku mala wî jî rastî êrîşê hatiye jî ev tişt anî ziman: “Berpirsê van hêzên gelek caran bi wesayîtên leşkerî yên hamir hatin û bi ser min de hatin. Lê her tim bi bi xweşî li gel wan axivîm. Dema ku keça min xwest bi telefona xwe wêne bikêşe, 5 leşkerên çekdar êrîşî mala min kirin. Birayê min Enwer Hesen li bajarê Kerkûkê şehîd bû. Tu kes û aliyek xwedî li me dernakeve, ka ew berpirs û parlamenter li ku ne dengê me nabihîsin. Her roj hêzek tê êrîşî me dike. Ez 73 salî me û çavekî min nîne.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar