Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Dosya: Serhildana Şêx Seîd û 29’ê Hezîranê – 6

Encamên Serhildanê

Di pêvajoya serhildanê de ji hêla dewletê ve girtekên nivisî yên zelal nehatinê girtin. Kiryarên xwe yên der hiqûqî û bê pîvan ên wê demê qeyd nekirin e. Ku qeyd kiribin jî an veşarî ne an jî tune kirine.

Tenê dibêjin “me herem paqij kir”,  “me herem girt bin venêrîna xwe”, “me herem tedîp û tenkîl kir ”, “me herem isleh kir” û hwd. Lê nabêjin me bi çi rêbazî an jî bi kîjan hovîtiyan ev tişt kirine û encamên wan ji bo civaka kurd çi bû. Qet qala hovîtiya xwe û berdêla girana ku bi civaka kurd dane dayin nakin. Lewre di encama têkçûna serhildanê de çend gûnd hatine şewitandin û wêrankirin, çend gund hatine valakirin, çend kes hatin ketilkirin, çend kes an çend malbat hatine mişext kirin û ber kude hatine şandin hêjmara wan bi awayek zelal ne diyare. Hetanî ji destê wan hatiye xwestine encamên polîtîkaya xwe ya qirkirker a li hember kurdan veşêrin. Îro jî heman polîtîka li ser kar e. Di serdema serhildana Şêx Seîd de çewa çapemeniya tirk rastî berevajî dikirin û agahiyên şaş didan gel îro jî heman tiştî çapemeniya hewzê dike.

Di wî warîde mînaka herî balkêş komkujiya ku di 28’ê kanûn 2011 de li Qilibana Şirnexê pêk hatiye. Di wê komkujiyê de 34 ciwanên kurd hatin qetilkirin lê heta 10 seatan çapemeniya tirk qala pêkhatina wê komkujiyê nekir. Piştî ku agahiya komkujiyê bi ser çapemeniya kurd re gihîşt çapemeniya cîhanê çapemeniya tirk neçar ma ku qal bike. Çapemaniya hewzê hetanî ji hinek navendan ferman negrin nedikariyan qala wê qirikirinê bikin. Bê tehemûliya dewleta tirk ya li hember çapemeniya azad piştî wê komkujiyê baştir hat fêmkirin.

Ji bo fêmkirina hişmendî û nêzikahiya çapemeniya tirk dixwazim tenê minakek bidim. Di 7’ê gulana 1925’de rojnameya bi navê Vakît wiha dinivîsand ; “ cihê ku singuyên çekên tirkan hebin li wêderê pirsgirêka kurd tune ye…” Wekî ku di van mînakande jî tê dîtin ne pêkane ku mirov karibe di derbarê kiryarên dewleta tirk yên wê serdemî de û yên vê serdemê de ji çapameniya tirk agahiyên rast bi dest bixîne.

Di derbarê encamên serhildanê de em neçarin goh bidin bav û kalên xwe yên ku di wê serdemê de jiyan e. Ne zelal be jî mirov dikare ji vegotinên wan hinek encamên rast derêxîne. Di heman demî de em neçarin nivîsên biyaniyan yên wê serdemê li ber çavan bigrin ku em karibin bigêhjin encameke rast.

Li gorî raporê biyaniyan yên wekî sefîrê îngilîz Sir George Clerk û vegotinan mirov dikare van encaman binivîse; Li derûdora 660 kesî hatin îdam kirin, bi hezaran kes hatin hefs kirin,  20-30 hezar kes hatin kuştîn, bi hezaran gund hatin wêrankirin û valakirin, bi hezaran gund hatin şewitandin, nêzîkê 300 hezarî kurd ji Kurdistanê hatin derxistin, ji bo mişextiyê li tevahiya Tirkiyê hatin belavkirin. Bi hezaran kurd neçar man birevin derbasê parçeyên Kurdistanên din bibin. Mal, milk û sewal jî di navde hemû aborî û dewlemendiya civaka kurd hat xespkirin û tunekirin.

Wekî ku di encamên serhildanê de jî derdikeve holê dewleta Tirk wekî gundorekî ji ser erdnîgariya Kurdistanê û ji ser civaka kurd re derbas bû. Bi her cureyên êrîşên xwe yên hovane civaka kurd eciqandin. Tevahiya dinamîkên civaka kurd yên heyî tarûmar kirin. Armanca wan ew bû ku civaka kurd wisa bi eciqînin ku carek din nekaribin rabin ser lîngan û werin ser hişê xwe. Armanca wan ew bû ku kurdê ku karibe careke din bibêje ez kurdim û li hember polîtîkayên dewletê yên qirker nerazîbûyina xwe nîşan bide li ser lîngan nehilin.

Ji wê pêvajoyê şûn ve êdî kurd tune ye, polîtîkaya înkar, îmha û tunekirinê li ser kare. Siyaseta qirkirker wekî siya reş li ser welatê kurdan danî bû. Edî her roj nasnameya kurdî, zimanê kurdî, çanda kurdî, dîroka kurdî, wêjeya kurdî, dewlemendiya kurdî û hebûna kurd dibin botînên leşkerên tirk de dihatin eciqandin. Kurd edî tirkê ku li ser berfê meşiyaye û bi kart-kurt bûye kurd e. Ji bo wê çîroka xwe ya derewîn bi kurdan û hemû civakên tirkiyê bidin pejirandin li ser navê zanîstîyê bi akademîsyenên xwe yên derewîn di zanîngehan de gelek çîrokên derewîn dan nivîsîn. Edî ne pêkan bû kesek karibe bibêje ez kurdim. Edî nepêkan bû kesek karibe qala hebûna civaka kurd bike.

Şêx Seîdê Kal dema ku tê dardekirin peyvên wî yên dawîn ji bo civaka kurd wekî wesiyetê ne. Ji dewleta tirk re dibêje “Ez li hember zilm û zordariya we bi ser neketim, lê ez bawerim dê nevîyên min, min şermî nekin” Belê neviyên Şêx Saîdê kal ji bo ku wî şermî nekin her tim bo azadiya xwe li berxwe dan, îro jî li çar parçayên Kurdistanê li dijî zilm û zordariya dewleta tirk bi her awayî li berxe didin û dê hetanî bi destxistina azdiyê li berxwe bidin.

Desthilatdariya tirk di pêvajoya hemû serhildanan de helwesta xwe ya bi dek û dolab û soz û bextên derewîn xapandina serok û rêberên kurd domand. Gelek caran biserket. Sal û dem derbasbûn lê neviyên Şêx Seîd tu carî li hember dijmin wî şermî nekirin. Hemû hewldanên wanên bi dek û dolab û sozên derewîn ên xapandinê ji çeperên bawerî û bîrdoziya berxwedêrên kurd vedigerin. Hewldana wana dubarekirina 29’ê hezîranê jî ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hat pûçkirin.

Plana islehkirina şerqê (şark ıslahat planı)

Piştî têkçûyina serhildana Şêx Seîd dewleta tirk di bin nave reformê de plansaziyek veşarî amade kir. Navê wê plansaziyê “Islehkirina Şerqê” bû. Di wê plansaziyê de siyaset û polîtîkayên dewleta tirk yên dijî kurd bi zelalî hatibûn diyarkirin. Di 8’ê îlona 1925’an de bi hêjmara biryara lijneya wezîran a 2536 an lijneya “Islehkirina Şerqê” hate diyarkirin. Di wê lijneyê de kesên wekî serokê Meclîsa Tirkiyeyê Abdulhalik Renda, wezîrê dadê Mahmut Esat Bozkurt, wezîrê karê hundir M.Cemil Ubaydın, serokê duyemîn yê fermandariya giştî Kazım Orbay hebûn. Di biryara avakirina vê lijneyê de wek serok komarê Tirkiyê destnîşeya Gazi Mustafa Kemal hebû.

Plana “Islehkirina Şerqê” di 25’ ê îlona 1925’an de ket meriyetê. Li gorî wê plansaziyê ji bo “Islehkirina Şerqê” (ji bo islehkirin yanî ji bo terbiyekirina kurdan) gelek biryarên girîng hatibûn girtin. Ji wan biryaran xalên ku raste rast bi civaka kurd re eleqedarin evin.

Xal 5: Erd, mal û milk û amûrên çandiniyê ku ji ber Ermeniyan manê bi kirê be jî nedin kurdan, derfet neyê dayin ku kurd li cihê Ermeniyan ên valabûyîde bi cih bibin. Dê di navbera 10 salan de 500 hezar paneberên Balkanan û Kafkasan di vê heremê de bên bicîh kirin. Mal, milk, xanî û amûrên ermenîyan dê bibin yên paneberan. Debara paneberan ya sala yekemîn jî dê ji hêla dewletê ve bê tekûz kirin.

Xal 6: Hikumet pêdivî bibîne ji bo ewlekarî û aramiya heremê dê kes an jî malbatan, an jî eşîran karibe ji heremê derêxîne û di bajarekî din yê Tirkiyeyê de bi cih bik e. ( bi vî xalî dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin û kurdên ku bîna Kudî ji tê li tirkiyê belav bikin bi pişaftinê wan bihelînin û tune bikin)

Xal 8: Lêçûnên têkbirina serhilldanê dê ji gelê heremê (ji gelê Kurd) bê komkirin. ( di virde dixwazin du peyamên girîng bidin gelê kurd, yek ji hêla aboriyê ve têkbirine, ya duyemîn hûn çiqas serî hildin hunê bedêla wî bi canê xwe û bi malê xwe girantir bidin)

Xal 10: Di heremê de ji bo karmendîyek herî biçûk jî kurd wek karmend neyên pêwirdarkirin. Karmendên heremê hewceye ne kurd bin. Karmend, cendîrme û hwd. Kesên ku li heremê dixebitin bila heqdestê wan ji sedî 75 bê zêdekirin.

Xal 13: Di bajar û navçeyên ku eslê wan tirke û niha bi kurdî diaxvin de (bajarên Kurdistanê), di saziyên dewletê de, di dibistanan de, di bazar û çarşiyan de xeynê zimanê tirkî kî zimanek din bikar bîne dê wekî ku li dijî biryara dewletê û li dijî biryara şarêdariyê hatibe were darazîn. Li heremê di jiyana rojane de zimanê tirkî li ser gel bê ferz kirin. ( Piştî vî biryarî li heremê axaftina bi kurdî û erebî hate qedexekirin û yên ku axivîn serê peyvê bi 5 kûrûşa hatin cazakirin.)

Xal 14: Di bajar û navçeyên ku (bajar û navçeyên Kurdistanê) gelê wî bi eslê xwe tirke li bi kurdî û erebî hatinê pişavtin û xwe niha kurd an jî ereb dibînin de bi lezgînî dibistanên leylî û bi taybetî jî ji bo keçikan dibistanên gelek xweşik bêne vekirin.

Xal 16: Li cih û warên ku li rojhilata Firatê xwe kurd dihesibînin û kurdî diaxivin rojek berê rojê li wan deran axaftina bi kurdî were qedexekirin û ji bo afirandin û gîhandina dayikên ku di pêşerojê de bi tirkî biaxivin giringiya dibistanên keçikan berçav were girtin û lê her derê ev dibistan bêne vekirin. (Herî zêde girîngî didin pişaftina keçikên kurd. Ew dayiken pêşerojê ne heke ew bibin tirk dê zarokên wan û peyre civak hemû bibe tirk)

Xal 17 : Ji bo çêkirina avahiyên Hikumetê (hikumet qonaxî), avahiyên cendirmeyan û avahiyên ewlekariya sînoran ji gelê heremê pere were komkirin. ( dixwazin kêlheyên zilm û zorê bi mal û bidestê kurdan bidin çêkirin)

Xal 20 : Telefon, telsîz û amûrên teknîkî yên wan avahiyan bi perê gel bine tekûzkirin.

Xal 22: Li sînoran ji bo astengkirina çûyin û hatina qaçaxçiyan kirîna maşîneyên bi zirh. ( di virde armanc qut kirina têkiliyên nav kurdan e)

Xal 24: Çûyina heremê li kesên biyaniyan û li saziyên biyaniyan bi taybetî jî li yên nemisilman were qedexekirin. ( di virde armanc heremê ji cîhanê re bigrin ku cîhan ji qewîmînên heremê agahdar ne be û polîtkayên wan ên qirkirker deşîfre nebin)

Di plansaziya “islehkirina şarqê” de wekî li jor jî me nivîsî xalên herî girîng xalên 5 û 6’an ne. Di wan xalan de armanca wê plansaziyê eşekere derdikeve holê. Armanc kurdan ji Kuristanê dûrxistine û di şûn warên kurdan de bi cih kirina paneberên tirk e. Di wan xalan de bi awayeke zelal diyare ku dewleta tirk dixwaze demografiya Kurdistanê biguherîne.

Piştî têkçûyina serhildana Şêx Seîd dewleta tirk ji bo bi hêsanî karibe kurdan kontrol bike artêşa xwe di tevahiya erdnîgariya Kurdisatnê de bi cih kir. Her hewldaneke civaka kurd a biçûk jî bi hêzeke mezîn dihat bersîvandin û dihat eciqandin. Wekî siya reş li ser erdnîgariya Kurdistanê rûniştibûn û civaka kurd xistibûn bin zext û zordariya xwe. Di encama wan zext û zordariyan de di îlona 1925’an de 500 malbatên kurd ku bi qasî 5000 hezar kesî dike neçar man birevin bajarê Salmasê yê Rojhilatê Kurdistanê û ji dewleta Îranê destûra niştecîhiyê bixwazin. Di meha çile ya 1926’an de ji eşîra Goyî û Ertûşî 6000 kes neçar man birevin başûrê Kurdistanê. Li herêma bajarê Wanê gelek kesên ku nikarîbûn birevin û dîl ketin destê dewletê tev hatin qetilkirin. Gelek gûnd hatin şewitandin û hatin wêrankirin.

Di rapora sefîrê îngilîz de kiryarên dewleta tirk

Der barê kiryarên dewletê yên li Kurdistanê de sefîrê Îngilîz Sîr George Celark ji hikumeta xwe re nêrîna xwe wiha tîne ziman; “ …ji bajarên Kurdisanê gelek kesên kurd, malbat û hwd. bi darê zorê tên koçberkirin. Zext û zordariyên dewletê bê pîvan û bê hesab in. Dewleta tirk polîtîkaya xwe qirker a ku di sala 1915’an de li dijî civaka ermen bi serketî bikaranîbû îro jî li dijî civaka kurd pêk tîne. Kurdên ku di koçkirin û qirkirina ermenan de roleke girîng lîstibûn îro bi heman aqubetê re rû bir û ne. Tenê 10-12 sal piştî qirkirin û koç kirina ermenan bi heman qederê re rû bir û man ji bo kurdan wekî şelqama kederê ye…” (dawî)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar