Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li gorî rapora pençeşêrê mirin kêm bûne

Li gorî rapora hevpar a Enstîtuya Kanserê ya Neteweyî ya Fransayê (INCa) û Ajansa Tenduristiyê ya Neteweyî, tevî ku hejmara mirovên li Fransayê bi pençeşêrê ketine zêde bûye, rêjeya mirinê kêm bûye

Li gorî raporê ku bûyerên pençeşêrê yên navbera salên 1990-2018’an ên li Fransayê lêkolîn kir, li Fransayê ku nifûsa xwe 66 milyon mirov e salane derdora 400 hezar nexweşên pençeşêrê tên tespîtkirin. Tevî ku hejmara nexweşên kanserê zêde bûne jî rêjeya mirinê kêm bûye.

Li gorî raporê her çend hejmara mirovên bi pençeşêrê dikevin zêde dibe, bi saya teşhîsa ku zû tê kirin gelek nexweşên pençeşêrê ji nexweşiyê rizgar dibin. Sala 2018’an 58 hezar 400 nexweşên nû yên kansera sîngê hate tespîtkirin, ji sala 1990’î û vir ve rêjeya salane ya mirina mirovan ji ber vê cûreyê kanserê bi rêjeya 1,3 kêm bûye. Tê gotin ku bi saya teşhîsa zû ya vê cûreyê pençeşêrê rêjeya mirinê kêm dibe.

Li gorî raporê di navbera salên 1990-2018’an de hejmara mirovên ji ber pençeşêrê salane her kêm bûye. Mirina ji ber pençeşêra qirikê di nava mêran de salane derdora rêjeya 6,3 ji sedî, di nava jinan de jî 2,4 ji sedî kêm bûye.

Rêjeya mirina jinan a ji ber nexweşiyên pençeşêrê di cûreyê pençeşêra tîroît de bi 3,4 ji sedî, di pençeşêra malzarokê de 2,1 ji sedî kêm bû. Di nava mêran de jî mirina ji ber pençeşêra lêv, dev û qirikê 3,5 ji sedî, ya mîdeyê 2,9 ji sedî û ya prostatê jî 2,8 ji sedî kêm bûye. Li gorî raporê kêmkirina bikaranîna alkol û çixareyê di kêmbûna mirinê de bi bandor e. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar