Parêzerên Ocalan ji bo muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal di meha gulanê de du caran û di meha hezîranê de jî du caran hevdîtin bi muwekîlê xwe re kiribûn. STENBOL