Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Dewleta tirk hê jî çekan dişîne Lîbyayê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî ambargoya NY’yê jî dewleta tirk, Urdun û Mirnişînên Ereb ji Lîbyayê çekan dişînin û aloziya heyî gurtir dikin

Tevî ambargoya çekan a ku Neteweyên Yekbûyî (NY) daniye ser Lîbyayê, Tirkiye yekser çekan dibe Lîbyayê û ambargoyê bi rengekî giran binpê dike.

Ji ber aloziya li Lîbyayê, Neteweyên Yekbûyî (NY) ambargoya çekan li ser welat ferz kiribû. Lê belê di serî de dewlet tirk, gelek dewlet vê ambargoyê binpê dikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî mijarê di 3’yê tîrmehê daxuyaniyek parve kir. Rêxistinê alarm da ku ambargoya sala 2011’an kete meriyetê hê jî tê binpêkirin.

Rêxistina Efûyê navê welatên ku çekan didin du hêzên hevrik ên ji bo kontrolkirina paytexta Lîbya Trablûsê şer dikin, aşkera kir. Alîkara Midûrê Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Magdalena Mughrabi ev tişt anî ziman: “Ambargoya çekan a NY’yê ji bo parastina sivîlan e. Lê belê Urdun, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Tirkiye wesayîtên zirxî, drone, fuze û çekên din dişînin û bi vî rengî ambargoyê bi rengekî vekirî binpê dikin.”

Mughrabi di berdewamê de jî ev tişt destnîşan kir: “Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ji bo pêkanîna ambargoyê divê tavilê tedbîrên lezgîn werbigire. Aliyên şer jî divê bi hurmet nêzî hiqûqa însanî ya navneteweyî bibin. Divê êdî sivîlan nexin nava metirsiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar